Dozên ku têne Mala Jinan kêm bûne

Mala Jinan a kantona Girê Spî ji bo perwerdekirina jinan û çareserkiriya dozên jinan bê navber dixebite. Li gorî rêveberan di demên dawîn de hejmara pirsgirêkên ku têne navendê kêm bûye.

Dozên ku têne Mala Jinan kêm bûne
Dozên ku têne Mala Jinan kêm bûne
Dozên ku têne Mala Jinan kêm bûne
9 kanûn, 2018   10:14

MIHEMED EL-EHMED – ÎBRAHÎM EHMED / GIRÊ SPÎ

Çeteyên DAIŞ‘ê dema ku kantona Girê Spî dagir kiribû, hemû saziyên girêdayî jinan qedexe kiribûn, her wiha jin di civakê de bê par hiştibûn. Piştî ku kanton ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve hatie rizgarkirin,  jinan ji nû ve xwe bi rêxistin kir, komîn û meclisên xwe ava kirin. Heya niha 35 komîn û meclisên jinan hatine avakirin. Jinên kantonê her wiha saziyên xwe yên xweser vekirin ku karibin jinan perwerde bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Yek ji van saziyan jî Mala Jinan bû

Di destpêka vekirina Mala Jinan de hema bêje mehê 50 pirsgirêk radestî Mala Jinan dihatin kirin, piraniya wan girêdayî zewicandina di temenê biçûk de bûn. Endamên Mala Jinan ji bo çareserkirina pirsgirêkan xebateke bênavber pêk tîne. Li gorî endamên Mala Jinan di demên dawîn de hejmara pirsgirêkên têne gel wan, kêm bûne ku mehane ne zêdetirî 20 pirsgirêkan e, ew jî bi rêgezên edaleta civakî têne çareserkirin.

Rêvebera Mala Jinan a kantona Girê Spî Fadiya Şerîf Xelîl li ser mijarê wiha tîne ziman: "Heya niha li gund û bajarokên kantonê me 35 komîn ava kirin, her komînek civînên xwe asayî li dar dixe. Me karî roleke erênî di perwerdekirina jinan û pênasekirina rola wan de bilîzin."

Fadiya Şerîf destnîşan kir ku piraniya pirsgirêkên ku têne gel wan, girêdayî zewicandina di temenê biçûk de ne û pirkirina hevjînan e û da zanîn ku piraniya pirsgirêkan bi rêgeza edaleta civakî hatin çareserkirin.

Fadiya Şerîf Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Wek Mala Jinan em mafên jinan diparêzin û wan perwerde dikin da ku rola xwe di civakê de pêk bînin. "

ANHA