Şêniyên Efrînê: Komcivîna navdewletî siyasetên dewleta Tirk teşhîr kirin

Şêniyên Efrînê komcivîna navdewletî ya der barê qirkirina etnîk û guhertina demografîk a Efrînê de wek gaveke girîng ber bi rizgarkirina Efrînê û çareserkirina aloziya Sûriyeyê ve pênase kir û got komcivînê siyasetên dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê teşhîr kirin.

Şêniyên Efrînê: Komcivîna navdewletî siyasetên dewleta Tirk teşhîr kirin
9 kanûn, 2018   07:43

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Bi sponseriya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stretejîk 2-3 û 4‘ê Kanûnê de li navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê komcivîna navdewletî ya girêdayî qirkirina etnîk û guhertina demografîk li kantona Efrînê li dar ket. Hejmarek akademîsyen û siyasetmedarên cîhanî û endamên rêveber ên saziyên civaka sivîl ên Bakurê Sûriyê û cîhanê tê de beşdar bûn.

Di komcivînê de der barê qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û çeteyên wê di aliyê siyasî, çandî, qanûnî, leşkerî, dîrokî û aborî de semîner hatin dayîn û nîqaşên berfireh hatin kirin.

Komcivîn bi encamnameyeke der barê rizgarkirina Efrînê û hişyarkirina civaka navdewletî ji binpêkirinên Tirkiyeyê bi dawî bû.

Komcivîn dê bibe destpêka çareseriya aloziya Sûriyê

Girêdayî komcivînê wek ajansa nûçeyan a Hawarê me nêrînên hin welatiyên Efrînê yên li Şehbayê girtin. Welatiyê bi navê Mihemed Elî Hisên diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve û hêzên navdewletî îdia dikin ku ew ê aloziya Sûriyeyê çareser bikin, ji Cinêvê bigire heya Astana û Soçiyê hemû civîn bê encam bûn.

Elî wiha domand: "Komcivîna ku li Amûdê hate lidarxistin û gelek kesên ku di encama êrîşan de birîndar bûbûn û serpêhatiyên xwe ji raya giştî re parve kirin mînakek e, em dikarin wekî gava destpêkê ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi nav bikin."

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Elîfa Bekir destnîşan kir ku wan di komcivînê de dirustbûn û hîskirina bi êşa şêniyên Efrînê dîtin, ji ber ku şêniyên Efrînê yên ku rastî êrîşên hovane yên Tirkiyê hatin beşdar bibûn, her wiha hejmarek pisporên ji gelek welatên cîhanî û herêmî beşdarî bûn.

Her wiha Elî teqez kir ku lidarketina rêzecivînan mîna vê komcivînê dê di tevahiya astan de deng vede û dê bibe platforma eşkerekirina plan û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê. Her wiha diyar kir ku divê rêxistin û navendên hevpeymanên cîhanî di van civînan de beşdar bibin û siyaseta Tirkiyeyê di pêkanîna guhertina demografyaya Sûriyê de û dagirkirina wê bi armanca vegerandina desthilatdariya Osmanî eşkere bikin.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Hemze Reşîd dengê xwe tev li pêşnûmayên biryarnameya dawî ya panelê kir û wê bi erênî wesifand. Her wiha diyar kir ku pêşniyarên di komcivînê de hatin kirin, wê karibin dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê, kantona Efrînê bixe bernameya kar û xebatên hemû dewletên cîhanê.

Di berdewama gotinên xwe de Hemze destnîşan kir ku ji erka van dewletan e ku dengê heq bilind bikin û deswerdana Tirkiyeyê der heqê mirovahiyê û gelê Sûriyê de li Efrînê red bikin.

Di dawiyê de Hemze hêvî kir ku ev pêşnûma li ser erdê were bicihanîn û siyasetên artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê werin eşkerekirin û pêdiviyên şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê bi cih bûne bi lez werin bicihanîn û artêşa Tirk ji Efrînê were derxistin da ku şênî vegerin warên xwe.

(şx)

ANHA