Bêrîvan Xalid: Rêziknameya desteyan di nava 10 rojan de amade dibe

Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid got dê herî zêde di 10 rojan de rêziknameya deste û komîteyên girêdayî rêveberiyê amade bibe.

Bêrîvan Xalid: Rêziknameya desteyan di nava 10 rojan de amade dibe
9 kanûn, 2018   07:35

TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Girêdayî hewldanên ji bo danîna rêziknameya kar a hemû deste û komîteyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid ji ajansa me re axivî. 

Di navbera 12-24'ê Mijdarê de bi armanca koordînekirina kar û xebatan û zêdekirina hevkariyê di navbera komîteyan, desteyan û Meclisa Rêveber de, meclisê rêzecivîn ji hemû deh desteyan re û nûnertiya wê ji komîteyan di rêveberiyên xweser û sivîl de li dar xistibû. Di civînan de bi armanca danîna rêziknameyekê li gorî yek pergalê meşandina kar mîsoger dike, biryara avakirina komîteyan hate dayîn.

Girêdayî mijarê Bêrîvan Xalid diyar kir ku her komîteyek piştî rêziknameya xwe bi dawî bike dê ji bo nirxandin û erêkirinê pêşkêşî hevserokatiya Meclisa Rêveber bike. Her wiha Bêrîvan da zanîn ku heta niha 3 desteyan rêziknameyên xwe bi dawî kirine û radestî Meclisa Rêveber kirine û ew deste ev in; rêveberiyên herêmî, darayî û ciwan û werzîş.

Di berdewama gotinên xwe de Bêrîvan destnîşan kir ku Meclisa Rêveber di 6'ê Kanûnê de ji bo lezdayîna xebatên amadekirina rêziknameyan herî zêde di 10 rojan de bi desteyan re civiyaye.

Her wiha Bêrîvan derengmayîna hindek desteyan di amadekirina rêziknameyê de spart cudabûna sazûmaniya rêveberiyê ya hindek komîteyan.

Di dawiyê de Bêrîvan destnîşan kir ku armanca wan ji vê pêngavê yekgirtina xebatên komîteyan li hemû herêmên Rêveberiya Xweser, danîna lêvegerek ji mekanîzmeya kar û derbaskirina astengiyên ku barê welatiyan giran de dike.

(şx)

ANHA