Mijar û babetên vê hefteyê yên rojnameyên erebî

Daxuyanî û tevgerên Amerîkayê der barê dosyaya Sûriyê de zêde bûne û bi zimanê şandeyê xwe êrîşî têkçûyîna "mîsogerkarên Astanayê" kir. Li Iraqê jî ji ber nakokiyên li ser saziyên ewlehiyê avakirina hikumeta nû tê astengkirin, her wiha gefên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê berdewam in.

Mijar û babetên vê hefteyê yên rojnameyên erebî
9 kanûn, 2018   07:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê hefteyê behsa daxuyaniyên Amerîkayê yên der barê Sûriyê de kir. Rojnameyan bal kişand ser hewldanên çareserkirina aloziya hikumeta Iraqê û behsa bicihbûna hêzên Îsraîlê ber bi sînorê Lubnanê ve kir, her wiha rewşa Yemenê jî di manşêtên rojnameyan de cih girt.

Şerq El-Ewsat: Washington Astana û Soçiyê bi dawî dike, eger komîteya destûrî ava nebe

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî mijar û aloziya Sûriyê ragihand ku şandeyê Amerîka yê taybet ji bo Sûriyê James Jeffrey ji Rûsyayê xwestiye asta xebatên xwe ji bo avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê di 14'ê Kanûnê de zêde bike û piştrast kir ku divê hemû dewlet zextê li hikumeta Şamê bikin û banga bidawîkirina çalakiyên Astana û Soçiyê kir eger hemû alî xebatên avakirina komîteya destûrî pêk neynin.

Rojnameyê diyar kir ku dibe pêşketinek di çalakiya siyasî de pêk were û Jeffrey wiha gotiye: "Ji destpêka çalakiyên Soçî û Astanayê ve em li ber rêyeke girtî ne. Piştî 6 salan ji cemidandinê tişta ku diyar dibe civînên wezaretan li ser astên biçûk bûn. Heta niha demeke diyar tune ye. Ez bi hêvî me ku di 14'ê vê mehê de li rex Staffan De Mistura tev bigerin."

Şerq El-Ewsat: Natanyaho bi Pompeo re dijberiya "veguhestina çalakiya Îranê ji Sûriyê ber bi Lubnanê ve" gotûbêj dike

Rojnameyan behsa tevgerên Îsraîlê di Sûriye û Lubnanê de kir. Di vê çarçoveyê de rojnameya Şerq El-Ewsat xwe spart çavkaniyên siyasî yên Til Evîvê ku hevdîtina di navbera serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Natanyaho ya lezgîn bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re li Brukselê û tê de pêşketinên di veguhestina çalakiyên Îranê ji Sûriyê ber bi Lubnanê ve gotûbêj kirin.

El-Ereb: Tunekirina Îranê ya leşkerî di Sûriyê de, tevger an stûxwariya ji ber zextên Rûsyayê ye

Rojnameya El-Ereb ji aliyê xwe ve diyar kir ku berdevkê fermî yê hêzên leşkerî yên Îranê serbaz Ebû El-Fedil Şikarcî diyar kiriye ku baregehên leşkerî yên welatê wî di Sûriyê de tune ne û got ku rola Îranê li vir wekî Iraqê tenê şêwirmendî ye. Ev daxuyaniyên Îranê piştî zextên Rûsyayê pêk tên.

Rojnameyê her wiha got ku Rûsya êrîşên Îsraîlê li dijî baregehên di Sûriyê de dibîne ku ev baregeh girêdayî Îran û milîsên wê ne û ev yek jî fektoreke zextê ya din e. Rûsya baş dizane ku hebûna Îranê tê wateya ku derfetên çareserkirina aloziyê tune ne û bidawîkirina aloziyê ne pêkan e bêyî lihevkirina bi Amerîkayê re pêk were.

El-Quds El-Erebî: Îstixbarata Amerîkayê; rêjîma El-Esed êrîşa gaza klorê li Helebê pêk aniye

Rojnameya El-Quds El-Erebî got ajansa Bloomberg eşkere kir ku îstixbarata Amerîkayê dibêje ku êrîşa bi gaza klorê li dijî bajarê Helebê ku rêjîma Sûriyê îdia dike ku opozîsyonê beriya çend rojan pêk aniye, pêk aniye û ji aliyê rêjîma El-Esed ve hatiye plankirin.

Hate gotin ku ev encama ku îstixbarata Amerîkayê bi dest xwe ve aniye dibe ku di van saetên pêş de were belavkirin ku ev êrîş "ne gaza klorê ye, lê belê gaza rondikrêj e."

Îstixbarata Amerîkayê di vê nirxandina xwe de xwe dispêre gelek nîşandeyan. Di nava wan de rêze şopandina çapemenî ya ji aliyê dezgehên çapemeniyê yên rêjîm û Rûsyayê û piştî demeke dirêj çîrokatiya wan li hev hat. Di hin raporan de hate gotin ku fûzeyên bi gaza klorê hatine bikaranîn û di hin raporên din de jî hate gotin ku topên hewanê ne, nemaze "analîza pîşeyî ya ji dîmen û wêneyan re ku dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê weşandin."

Şerq El-Ewsat: Washington dixwaze "nimûneya Bakurê Iraqê" li rojhilatê Sûriyê pêk bîne

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa daxuyaniyên Amerîkayê kir û wiha got: "Şandeyê Amerîkayê yê taybet ji bo Sûriyê James Jeffrey nîşan da ku dibe ku Washington nimûneya Bakurê Iraqê li bakur û rojhilatê Sûriyê pêk bîne û da zanîn ku Amerîka heta dawî di Sûriyê de namîne û tunekirina DAIŞ'ê û vekişandina hêzên Îranê ji Sûriyê û pêkanîna çalakiya siyasî mijareke ne pêkan e Amerîka ji wan vegere."

Şandeyê Amerîkayê wiha domand: "Vebijêrkên cuda yên serok Donald Trump ên girêdayî destwerdana hêzên me hene. Amerîka 13 salan li ezmanê Bakurê Iraqê bû.

El-Ereb: Serokwezîrê Iraqê careke din di temamkirina pêkhatebûna wezaretan de bi bin ket

Têkildarî mijara Iraqê, rojnameya El-Ereb bal kişand ser hewldanên temamkirina pêkhatebûna hikumetê û got: “Serokwezîrê Iraqê Adil Ebd El-Hadî roja sêşemê, di avakirina pêkhatebûna wezaretan li pêşiya perlemanê bi bin ket, ev yek jî ji ber nakokiyên kûr ên navbera bilokên siyasî der barê namzetan de ye.”

Lubnan

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikumeta Lubnanê de jî rojnameya El-Ereb behsa peywendiyên di payên jor de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hizbullah di bin banê siyasî de derveyî ewlehiyê di berdewama dijberiya bi El-Herîrî re berpirsyar e.

El-Ereb: Îsraîl ji bo ku li hemberî Hizbullah derkeve amadekariyên xwe dike

Der barê operasyona leşkerî ya ku Îsraîlê li dijî Hizbullahê daye destpêkirin, çavkaniyên siyasî yên Lubnanê ji rojnameya El-Ereb re ragihand ku operasyona Îsraîlê ya bi navê “Mertalê Bakur” li dijî Hizbullahê daye destpêkirin da ku tunel werin dîtin, aloziya di navbera sînorê Îsraîl û Lubnanê de zêde dike.

Şerq El-Ewsat: Danûstandinên aştiyê yên Yemenê îro li Siwêdê dest pê dikin

Der barê xebatên peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya Yemenê re rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku şandeyê navneteweyî yê ji bo Yemenê Martin Griffiths ragihand ku danûstandinên aştiyê yên Yemenê dê îro li Siwêdê bêne destpêkirin. Griffiths spasiya hikumeta Siwêdê ji bo pêşwazîkirina van danûstandinan kir. Her wiha spasiya hikumeta Kiwêtê kir ku rêwîtiya şandeya Hûsiyan ji bo beşdarî danûstandinan bibe hêsan kiriye.

Rojnameya El-Ereb behsa xebatên bi dawîkirina şer kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Di roja duyemîn a danûstandinên aştiyê ya Yemenê li Siwêdê daxwaz bilindtir dibin."

El-Heyat: Zerîf; pêkanîneke "nihênî" ya rêbazên Ewropayê

Girêdayî mijara cezayên Amerîkayê li ser Îranê rojnameya El-Heyat diyar kir ku wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Zerîf got ku Yekitiya Ewropayê dê rêbazeke "nihênî" pêk bîne da ku xwe ji cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê biparêze.

Şerq El-Ewsat: Amerîka hêzên navneteweyî li dijî moşekên Îranê amade dike

Têkildarî tevgerên Amerîkayê li dijî Iranê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha got: “Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û nûnerê taybet ê Amerîkayê ji bo Iranê Brian Hawk li Brukselê got divê Ewropa li dijî gefên Îranê yên ji bo têkbirina aramiya herêmî û navneteweyî, cezayan li ser sîstema li Tehranê ferz bike.”