Çarenûsa çeteyên DAIŞ’ê dê ji hêla welatên wan ve were diyarkirin

Wezîrê parastinê yê Kanadayê Harjit Singh Sajjan piştî civîna endamên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê, got çarenûsa 700 çeteyên DAIŞ`ê ku li Sûriyê hatine girtin, dê ji aliyê welatên wan ve were diyarkirin. 

Çarenûsa çeteyên DAIŞ’ê dê ji hêla welatên wan ve were diyarkirin
7 kanûn, 2018   09:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona Sky News diyar kir ku wezîrê parastinê yê Kanadayê Harjit Singh Sajjan piştî civîna berpirs û fermandarên 13 dewletên endamên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê duh li bajarê Tişîlsî hate lidarxistin, teqez kir ku çarenûsa 700 çeteyên DAIŞ`ê ku li Sûriyê hatine girtin, dê ji aliyê welatên wan ve were diyarkirin û divê her welatek li gorî mekanîzmaya xwe ya taybet tev bigire.

Her wiha wezîrê parastinê yê Amerîkayê James Mattis got 700 çeteyên DAIŞ`ê li gel hêzên QSD`ê girtî ne û welatiyên 40 welatên cuda ne.

Hindek welat ditirsin ku heger wan çeteyan bibin girtîgehên xwe, dê radîkalî lê belav bibe. Her wiha Washington li ser zimanê Mattis got hêzên QSD`ê nikarin wan çeteyan demeke dirêj li gel xwe bihêlin.

Ji 46 welatan 795 çete

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Emer diyar kir ku şervanên QSD`ê 795 çeteyên biyanî, 584 hevjînên wan ku ew jî biyanî ne û hezar û 248 zarokên wan girtine. Emer destnîşan kir ku ew çeteyan hemwelatiyên 46 dewletên cîhanê ne.

Her wiha Emer destnîşan kir ku dewlet ji berpirsyariya xwe Ii beramberî çeteyan direvin û teqez kir ku têkildarî mijara radestkirina wan ji welatên re, nîqaş têne kirin.

(bx)

ANHA