Şehîd Tirkî Hoş li navçeya Sirînê hat oxirkirin

Bi sedan welatiyên navçeya Sirînê ya girêdayî bajarê Kobanê cenazeyê şehîd Tirkî Hoş li pêş navenda Saziya Malbatên Şehîdan bi merasîmekê oxir kir.

Şehîd Tirkî Hoş li navçeya Sirînê hat oxirkirin
Şehîd Tirkî Hoş li navçeya Sirînê hat oxirkirin
Şehîd Tirkî Hoş li navçeya Sirînê hat oxirkirin
Şehîd Tirkî Hoş li navçeya Sirînê hat oxirkirin
Şehîd Tirkî Hoş li navçeya Sirînê hat oxirkirin
Şehîd Tirkî Hoş li navçeya Sirînê hat oxirkirin
7 kanûn, 2018   08:38

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Sirînê ya girêdayî bajarê Kobanê cenazeyê endamê hêzên Erka Xweparastinê şehîd Tirkî (Tirkî Hoş) ku di 4'ê Berfanbarê de dema bi erka xwe ya leşkerî radibû, li navçeya Sirînê gihîşt şehadetê, bi merasîmekê li pêş Saziya Malbatên Şehîdan ya Sirînê oxir kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî, li ser navê Meclisa Rêveber a Sirînê Îsmaîl Kerez axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest. Îsmaîl wiha got: “Şehîd ew in ku canê xwe feda kirin ji bo ku gelê xwe û zarokên xwe bi aramî bijîn û ji bo azadiya gelê xwe şer kirin ta ku gihîştin asta şehadetê û em jî soza şopandina rêya wan heta dawiyê didin."

Her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Gêlo Bekî axivî û wiha got: "Em îro dîsa bi serbilindî şehîdekî xwe oxir dikin lê em ê heta dawiyê rêya azadiyê ku şehîdên me ji bo me li ser meşiyan, em ê berdewam bikin û em ê dagirkeriyê di axa xwe de têk bibin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd ji aliyê  endamê Saziya Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.Paşê cenazeyê şehîd hat rakirin û girseyê berê xwe da gundê Bîrewdat û cenazeyê şehîd spart axê.

(sn-şm)

ANHA