Li Tebqayê xetên kehrebeyê tên sererastkirin

Kargehên çêkirina elektrîkê yên Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê şebekeya elektrîkê ya ku dibû sedem ku elektrîk were qutkirin û kêm bibe, sererast kir.

Li Tebqayê xetên kehrebeyê tên sererastkirin
Li Tebqayê xetên kehrebeyê tên sererastkirin
Li Tebqayê xetên kehrebeyê tên sererastkirin
Li Tebqayê xetên kehrebeyê tên sererastkirin
7 kanûn, 2018   07:55

TEBQA

Kargehên çêkirinê yên Gerînedetiya Kehrebeyê ya Tebqayê 16 saetan xetên kehrebeya nava bajêr dişopîne û rojane nêzî 60 kêmasî derdikevin wekî qutbûna kabloyan û xerabûna barkerên elektrîkê û wan erizeyan temîr dikin.

Li ser sedemên dubarebûna qutbûna elektrîkê (kehrebe) rêveberê Beşa Fenî li Gerînendetiya Elektrîkê Elî El-Hesen wiha got: “Sedemên qutbûna elektrîkê ew e ku şebeke û têlên elektrîkê kevn bûne û kêmbûna elektrîkê digihîje ji sedî 70’yan. Her wiha şert û mercên hewayê û barkerên elektrîkê zêdetirî barê xwe radikin, dihêle kablo qut bibin û dibe pirsgirêkeke giştî.”

Her wiha kargeha li dijî dizîna elektrîkê her malekê dişopîne da ku zêdetirî 10 amperan xerc nekin û berê jî gelek caran biryar ji bo qedexekirina bikaranîna elektrîkê bi rengekî derasayî  derket. Ji ber ku di pêşerojê de pirsgirêkên mezin bi taybet di zivstanê de dê bi xwe re bîne.

Baran û birûskan 3 bircên navîn ên dayîna elektrîkê li bajarokê Siwêdiyê îptal kirin û gelek cihan xetên veguhêzer jî qut bûn. Kargehên çêkirinê yên Gerînendetiya Elektrîkê ji ber kêmasiya barhilgiran û gelek amûrên pêwîst, nikare erizeyan bi lez çêke.

ANHA