Şaredariyê av gihand Kobanêya Nû

Şaredariya Gel a Kobanê xeta avê gihand taxa nû ya bajarê Kobanê ku piştî şerê Kobanê hatiye avakirin. Her wiha xebatên şaredariyê yên çêkirina kanalîzasyonê jî berdewam dikin.

Şaredariyê av gihand Kobanêya Nû
Şaredariyê av gihand Kobanêya Nû
Şaredariyê av gihand Kobanêya Nû
Şaredariyê av gihand Kobanêya Nû
Şaredariyê av gihand Kobanêya Nû
7 kanûn, 2018   07:45

KOBANÊ

Taxa Kobanê ya nû ango ‘Kobanêya Nû’ piştî şerê Kobanê yê di 2014`an ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê hate avakirin. Di 26`ê Çileya 2015’an de piştî ku Kobanê ji aliyê hêzên YPG û YPJ`ê ve bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, Şaredariya Gel a Kobanê dest bi sererastkirinê kir. Lê belê ji ber ku malên hin welatiyan hatin kolandin an jî ketin ber muzexaneyê, şaredariyê ev cih li şûna erdê wan da.

Şaredariya Gel a Kobanê 1`ê Mijdarê dest bi xebata projeya gihandina avê ji bo taxa Kobanêya Nû kir. Derdora 2 hezar 500 metre şebekeya (tor) avê li taxê hatiye danîn. Nêzikî 400 mal dikarin avê jê wergirin û heta niha av gihaştiye 200 malan.

Tax li navenda bajarê Kobanê dikeve, derdora 500 mal lê hene. Tax hêdî hêdî bi avahiyan şên dibe, di nav de Şaredariya Gel a Kobanê projeya gihandina kanalên avê jî pêk anî. Welatiyên taxê kêfxweşiya xwe anî ziman û daxwaza temamkirina projeyê jî kir.

Yek ji welatiyên taxê yê bi navê Fetihî Mele Nehsan kêfxweşiya xwe ji bo gihandina avê anî ziman û wiha got: "Ev tax nû tê avakirin, me av bi zehmet peyda dikir, hêdî hêdî pêdiviyên me tên bicihanîn. Av ji me re wesil kirin, em bi hêvî ne kanalîzasyonê jî ji me re çêkin."

Her wiha berpirsyarê Beşa Firehkirina Şebekeya Avê Salih Mistefa wiha got: " Em hewl didin ku hemû deverên Kobanê avê bigihîninê. Ew jî li gorî derfetan e, piştî sersala 2019’an em ê li Kaniya Kurdan xetên avê zêde bikin, ji ber ku li wir mal zêde bûne."

Di dawiya axaftina xwe Mistefa wiha got: "Dema ku av tê, hin welatî avê zêde xerc dikin, ji bo wê av nagihîje malên ku cihê wan bilind e. Ji bo wê em bi hêvî ne ku welatiyên Kobanê avê xusar nekin."

Tê zanîn ku Şaredariya Gel a Kobanê projeya kanalîzasyonê ji bo taxa nû ya Kobanê xistiye nav planên xwe û dê piştî sersalê li gorî mêzaniyên xwe pêk bîne.

(şm)

ANHA