Ji malbatên berxwedêr ên Reqayê, malbata şehîd Ebû Tariq

Malbata şehîd Ebû Tariq a ji Reqayê, mînakeke malbatên Reqayê yên berxwedêr û fedakar e. Di malbatê de bav û kurê biçûk di berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê de şehîd bûne û kurekî din di şer de bi giranî birîndar bûye.

Ji malbatên berxwedêr ên Reqayê, malbata şehîd Ebû Tariq
Ji malbatên berxwedêr ên Reqayê, malbata şehîd Ebû Tariq
Ji malbatên berxwedêr ên Reqayê, malbata şehîd Ebû Tariq
Ji malbatên berxwedêr ên Reqayê, malbata şehîd Ebû Tariq
Ji malbatên berxwedêr ên Reqayê, malbata şehîd Ebû Tariq
Ji malbatên berxwedêr ên Reqayê, malbata şehîd Ebû Tariq
7 kanûn, 2018   07:33

EMAR EL-XELEF / REQA

Dayika Tariq 40 salî ye û ji şêniyên bajarê Reqayê ye. Dayika Tariq tevî malbata xwe li taxa El-Intîfada a dikeve rojavayê bajêr dimîne. Malbata dayika Tariq yek ji malbatên Reqayê ye ku di rêya azadiyê û jiyana birûmet de berdêlên giranbuha dane.

Hevserê wê piştî kuştina kurê wê yê biçûk Elî El-Şeliş ji aliyê çeteyê DAIŞ'ê ve, bi tawana piştgiriya QSD'ê hate kuştin, li ser wê her çar kurên wê tev li Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajar û bajarokên herêma Firatê bûn.

Piştre malbata dayika Tariq ji bajarê Reqayê derket û li kantona Kobanê bi cih bû. Paşê kurê wê yê biçûk Xelîfa El-Şeliş ê 19 salî tev li pêngava Xezeba Firatê dibe. Piştî tevlêbûna birayê biçûk, her du birayên din tev li pêngava dibin. Bi vê yekê 3 ciwanên malbatê tev li pêngavê dibin.

Wê demê bavê malbatê Mihemed El-Şeliş li Tirkiyeyê bû, lê piştî ku piştgiriya Tirkiyeyê ji çeteyan re, çawa sînor li ber derbasbûna çeteyan ji herêmê vekirî ye û tevlêbûna malbata wî di refên berxwedana Xezeba Firatê de li dijî DAIŞ‘ê dibîne, Mihemed vedigere Sûriyê û tev li pêngava rizgarkirina Kobanê dibe. Kurê wî Xelîfa El-Şeliş dibe yekemîn şehîdê pêngava rizgakirina Sirînê. Piştî şehadeta kurê xwe, bi 3 mehan Mihemed El-Şeliş tev li karwanê şehîdan dibe.   

Niha dayika Tariq, hevjîna şehîd Mihemed El-Şeliş Seila El-Hesen û kurê wê yê biçûk di Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê de dixebitin.

Têkildarî mijarê dayika Tariq di hevpeyvîneke li gel ajansa me de axivî û diyar kir ku ew bi şehadeta hevserê xwe û ji ber ku dayika şehîd Xelîfe ye, serfiraz e û ev tişt anî ziman: "Niha 2 kurên min di eniyên şer de ji bo parastina ewlehiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer dikin."

Her wiha dayika Tariq diyar kir ku yek ji kurên wê di pêngava rizgarkirina Reqayê de birîndar bûye, lê dîsa jî ji bo berdewamkirina rêya bav û birayê xwe yên şehîd bi israr e. Dayika Tariq destnîşan kir ku ew hêza xwe ji karê xwe di xizmeta hevjînên şehîdan ên ku ji bo azadiya herêmê berdêlên giranbuha dane, digire.

Di dawiya hevpeyvînê de dayika Tariq tekez kir ku ew şopdarên rêya şehîdan in heta rizgakirina tevahiya xaka Sûriyê ji terorê.Dayika Tariq tevî kurên xwe li maleke li taxa El-Intîfada li navenda bajêr bi cih bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mihemed El-Şeliş û Xelîfa El-Şeliş li Goristana Şehîd Dicle ya li Kobanê hatine veşartin.

(şx)

ANHA