Kampa El-Erîşe di bin avê de ma

Rewşa koçberên Kampa El-Sed a navçeya El-Erîşe ya başûrê bajarê Hesekê, piştî ku konên wan di encama barîna baranê de di bin avê de mane, li gel paşguhkirina rêxistinên navdewletî û mirovî dijwar bûye.

Kampa El-Erîşe di bin avê de ma
Kampa El-Erîşe di bin avê de ma
Kampa El-Erîşe di bin avê de ma
Kampa El-Erîşe di bin avê de ma
Kampa El-Erîşe di bin avê de ma
Kampa El-Erîşe di bin avê de ma
Kampa El-Erîşe di bin avê de ma
Kampa El-Erîşe di bin avê de ma
Kampa El-Erîşe di bin avê de ma
Kampa El-Erîşe di bin avê de ma
7 kanûn, 2018   07:23

DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Di nav Kampa El-Sed de derdora 10 hezar koçberên ku ji herêmên Dêrazorê yên ji ber zilma DAIŞ'ê reviyane, bi cih bûne. Barîna zêde ya baranê bandoreke neyînî li koçberan kir û piştî derbasbûna avê di nav kampê de, koçber neçar man konên xwe veguhêzin cihên bilind.

Têkildarî mijarê koçberê bi navê Ebdulkerîm El-Ebid diyar kir ku konê wî di bin avê de maye û wiha got: "Piştî rabûna ava bendavê û baya bihêz, av derbasî konan bû. Ez neçar mam ku malbata xwe bişînim gel xizmên xwe û niha ne kon û ne jî nivînên me hene."

Sersariya rêxistinên alîkariyê

El-Ebid di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku beriya salekê ji ber zilma DAIŞ’ê û dijwarbûna jiyanê, ew ji herêmê reviyaye û li kampê bi cih bûye û diyar kir ku rêxistinên ku di kampê de kar dikin rewşa wan paşguh kirine û ji zêdetirî salekê ve konên nû pêşkêş nekirine. El-Ebid anî ziman ku konên wan ji ber rewşa hewayê ya herêmê ya dijwar zêdetirî 6 mehan wan naparêze.

Her wiha ji sedî 20 ji qada kampê ya ku ji zêdetirî 700 konan pêk tê, di bin avê de maye. Rêveberiya kampê alîkariya koçberan kir û konên wan veguhestin cihên  bilind da ku av nagihîje wan, lê konên xwaringeh û destavê di bin avê de man.

Ji aliyê xwe ve koçberê bi navê Mihemed Yûsif got ji ber rabûna ava bendavê, av 1 km ber bi kampê ve hatiye û bû sedema karesateke mirovî û her wiha destnîşan kir ku ji ber ku li derveyî konan li ber sermayê mane, bi gelek nexweşiyan ketine.

Koçberên kampê ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovî, neçar mane ku her yek konê xwe bi xwe perspan (pîne) bike û hindek din jî derdora konên xwe herî bikin da ku av careke din derbasî bin konên wan nebe. Yûsif rêxistinên navdewletî ji ber paşguhkirina rewşa wan a dijwar rexne kirin û got:  “Rêxistinên ku li kampê kar dikin, alîkariya me nakin. Gelo çima ev rêxistin îdia dikin ku mirovî ne û di bingehê xwe de bi erka xwe ya mirovî ranabin?"

Ji ber rewşa hawayê û rabûna ava bendavê û tunebûna amûr û pêdiviyên zivistanê  gelek nexweşî di nav koçberan de belav bûne û ev tişt endamên rêveber ên Heyva Sor ji ajansa me re piştrast kir. Endamên heyvê diyar kir ku rojane 200 koçber serdana wan dikin û tedawiyê dibînin.

Rêxistinan karesat paşguh kir

Girêdayî mijarê endama rêveberiya Kampa El-Sed Selwa Coco wiha got: "Endamên Karîgeriya Avê ya Kantona Hesekê beriya barîna baranê serdana bendavê kiribû û bi rêjaya avê di bendavê de em agahdar kirin. Me jî rêxistinên navdewletî agahdar kirin da ku girtekên pêwîst bigirin lê wan tu tişt nekir."

Selwa desnîşan kir ku rêxistinên xêrxwaziyê û mirovî tu alîkarî heta niha pêşkêşî koçberan nekirine. Her wiha diyar kir ku ew bi awayekî asayî civînan bi wan re li dar dixin û belgeyên girêdayî alîkariyên pêwîst ji wan re pêşkêş dikin lê dîsa jî daxwazên wan bê bersiv dimînin.

Li gel paşguhkirina rêxistinên navdewletî û mirovî yên têkildarî kar û barên koçberan, koçberên Kampa El-Sed bi zivistaneke sar û dijwar e rû bi rû mane û dê azarên wan heta ku aliyek dengê wan bibihîze, zêde bibin.

Hêjayî destnîşankirinê ye ku Kampa El-Erîşe (El-Sed) bi 30 km li başûrê bajarê Hesekê ye û di 1'ê Hezîrana 2017'an de hatiye vekirin. Derdora 10 hezar koçberên herêma Dêrazorê lê hene.

ANHA