‘Heya Tirkiye di Sûriyê de be çareserî ne mimkun e’

Nivîskar û siyasetmedarê Sûriyê yê muxalîf Ehmed El-Dirzî diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya destekdayîna terorê hewl dide Împaratoriya Osmaniyan zindî bike û anî ziman ku hebûna Tirkiyê li pêşiya çareseriyê asteng e.

‘Heya Tirkiye di Sûriyê de be çareserî ne mimkun e’
7 kanûn, 2018   06:53

EYN ÎSA

Nivîskar û siyasetmedarê Sûriyê yê muxalîf Ehmed El-Dirzî di hevpeyvîneke xwe ya li gel ANHA’yê de behsa armanca Tirkiyeyê ya li Sûriyê, mayîna terorîstan li Idlibê û hedefkirina herêmên Bakurê Sûriyê kir.

Ehemd El-Dirzî destnîşan kir ku mijara bajarê Idlibê girêk e û wiha got: "Idlibê hemû şerên ku çend salên dawîn li Sûriyê qewimîne, di nav xwe de kom kiriye. Dewleta Tirk hewl dide nexşeya tecrubeya sala 1920’an ji nû ve xêz bike. Dixwaze li Sûriyê Reqa û Dêrazorê, li Iraqê jî Kerkûkê dagir bike. Her wiha hewl dide kaxeza terorîstên li Idlibê ji bo karesateke mirovî bi kar bîne.”

Ehmed El-Dirzî teqez kir ku Tirkiye dixwaze herêmên ku dagir kirine wekî Efrînê û yên dîtir, di bin serweriya xwe û serweriya çeteyên xwe bihêle. Siyasetmedarê muxalîf ê Sûriyê wiha axivî: "Di encama nakokiyên hêzên navdewletî û herêmî yên li ser Sûriyê de, cîhan di krîzeke rasteqîn de ye. An şerê cîhanê yê sêyemîn biteqe an jî çareseriyeke siyasî pêk were ku aliyên binketî di qada Sûriyê de berdêlên wê bidin."

Têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê Ehmed El-Dirzî wiha got: "Dewleta Tirk herêmên Rêveberiya Xweser wek xetereyekê ji bo siyaseta xwe dibîne. Ji ber ku ditirse ku ev sîstem bandorê li Tirkiyeyê jî bike.”

El-Dirzî destnîşan kir ku wê Tirkiye nikare Împaratoriya Osmanî û rola xwe ya berê vegerîne û serweriya xwe li herêmên bakurê Sûriyê ku Kurd, Ereb û pêkhateyên din lê dijîn, ferz bike.

Nivîskar û siyasetmedarê muxalîf ê Sûriyê Ehmed El-Dirzî di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ser ziman: "Heya ku hebûna Tirkiyeyê li ser xaka Sûriyê hebe dê ne mimkun be ku aloziya Sûriyê were çareserkirin. Em bi nakokiyê re rû bi rû ne. Ev alozî jî, xewna Tirkiyeyê ya berfirehbûnê û xilasbûna ji aloziyê ye. Lê ya rast alozî jî bi derxistina dewleta Tirk ji Sûriyê û têkbirina planên wê li ser Sûriyê pêkan e."

ANHA