Jinên Tebqayê aboriya xwe xurt dikin

Ji bo  xurtirina jiyana civakî ya hevpar û pêşxistina aboriya civakî, bi taybet aboriya jinan,  Mala Kooperatîfan a Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê amadekariyên vekirina 2 kooperatîfan dike.

Jinên Tebqayê aboriya xwe xurt dikin
7 kanûn, 2018   06:34

TEBQA

Mala Kooperatîfan a Herêma Tebqayê bi tevlêbûna hejmarek jinan amadekariyên vekirina 2 kooperatîfan dike. Projeya vekirina kooperatîfan a jinan li herêma Tebqayê ya duyemîn e, piştî vekirina projeya Mala Mûnê.

Hevseroka Mala Kooperatîfan Necma El-Hilal armanca vekirina projeyê diyar kir û anî ziman ku armanc wan ew e ku derfetên kar ji jinan re peyda bikin û aboriya xweser bi pêş bixin.

Necma diyar kir ku navê kooperatîfê Seyidat El-Furat (Jinên Firatê) ye, ev proje dê girêdayî  çêkirina çilên rîs, pêvekirina bişkokan, xişir û pûl be û ya herî girîng jî sererastkirina tiştên kevn wekî caw û pakêtên karton e da ku careke din bên bikaranîn.

Komeleya Jinên Firatê ya ku dê li Taxa Du li hember Navenda Çand û Hunerê were vekirin, zêdetirî 18 jin tê de şirîk in. Her wiha tevahiya amûrên teknîk wekî amûrên dirûtinê, tetrîzê, hebkê, rêstin û derziyên tetrîzê yên karên destan, hatine peydakirin.

Di berdewama axaftinê de Necme destnîşan kir ku lêçûna projeyê derdora milyonek lîreyên Sûriyeyê ye û tê payîn ku piştî mehek û nîv were vekirin.

Komeleya din a ku bi navê 'Jinên Pêşerojê' hatiye binavkirin; werşeya dirûntinê ye û tê de 15 jin û 5 mêr şirîk in û her wiha di werşeyê de dirûnkerên herî pispor li herêmê dixebitin. Dê 16 amûrên dirûtinê jê 4 hebkê û maseya cawbirê û ûtîkirinê li werşeyê werin bicihkirin û tê payîn ku werşeya dirûntinê li avahiya Saziya Bikarîner (Îsthlakî) a li taxa El-Mehacêî were vekirin.

Girêdayî mijarê Necme El-Hîlal xweşbînî û baweriya xwe bi karîna jinan anî ziman û wiha berdewam kir: "Me hezkirina jinan ji kar û xwesteka wan dît, jinan bi dildarî ji bo amadekirina her du projeyan xebitîn. Roj bi roj jin îsbat dike ku ew dikare di hemû waran de bixebite û xwe di civakê de aktîf dike."

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Mala Koperetîfan beriya vê bi çend mehan di destpêka avakirinê de projeya zeviyên masiyan aktîf kiribû.

ANHA