Li Qamişlo 75 kesên din tev li greva birçîbûnê bûn

Di roja duyemîn a greva birçîbûnê de ku li bajarê Qamişlo tê lidarxistin, 75 kesên din tev li çalakiyê bûn. Bi vê yekê hejmara kesên ku tev li çalakiyê bûne, bû 145 kes.

Li Qamişlo 75 kesên din tev li greva birçîbûnê bûn
Li Qamişlo 75 kesên din tev li greva birçîbûnê bûn
Li Qamişlo 75 kesên din tev li greva birçîbûnê bûn
Li Qamişlo 75 kesên din tev li greva birçîbûnê bûn
Li Qamişlo 75 kesên din tev li greva birçîbûnê bûn
Li Qamişlo 75 kesên din tev li greva birçîbûnê bûn
Li Qamişlo 75 kesên din tev li greva birçîbûnê bûn
6 kanûn, 2018   13:26

QAMIŞLO

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera HDP`ê ya bajarê Culemergê yê bakurê Kurdistanê Leyla Guven 7`ê Mijdara derbasbûyî bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Leyla Guven diyar kir ku heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, dê di grevê de be.

Kongreya Star û PYD`ê li bajarê Qamişlo bi armanca piştgiriya Leyla Guven û bi dirûşmeya "Bi hev re em ê faşîzmê hilweşînin û bi Rêber Ocalan re azad bijîn" duh dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Di roja yekemîn a çalakiyê de 70 jin û mêr tev li çalakiyê bûn û roja duyemîn 75 kesên din tev li grevê bûn.

Konê çalakiyê li nêzî Stada 12`ê Adarê ya bajarê Qamişlo hatiye vedan. Di bin konê çalakiyê de endamê komîteya amadekar Ezedîn Gedo axivî û diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî der barê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bê deng in û wiha anî ziman: "Em piştgiriyê didin hevrêyên xwe yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine."

Gedo teqez kir ku 28 serhildanên kurdî ji aliyê dewletên dagirker ve hatin têkbirin, serkêş û fermandarên şoreşan bûn hedefa dagirkeran da ku serhildanên wan têk bibin, lê nikaribûn îradeya gelê Kurd bişikînin û şoreşa wan têk bibin, ji ber ku gelê Kurd şoreş girt ser xwe û li dora rêberê xwe kom bû.

Her wiha hevserokê Komîna Meclisa Malbatên Şehîdan Îsam Îbrahîm têkoşîna hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê li Culemergê Leyla Guven silav kir û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 20 salan ve di girtîgeha dewleta Tirk a dagirker de ye. Lê wî girtîgeha xwe kiriye dibistana fikr û nêrînên azad."

Tê payîn ku îro çalakiya greva birçîbûnê li bajarê Qamişlo bi dawî bibe. Di dawiyê de dê daxuyanî ji aliyê Kongreya Star û PYD`ê ve were dayîn.

(bx)

ANHA