YPG‘ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî YPG’ê yê di şerê 24’ê Mijdarê li eniya Hecînê ya Dêrazorê şehîd bibû eşkere kir.

YPG‘ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
6 kanûn, 2018   14:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG‘ê nasnameya şervanê YPG’ê Elî Silûk ê di şerê 24’ê Mijdarê yê li enciya Hecînê ya Dêrazorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bibû, eşkere kir.

YPG’ê ev tişt got: “Di dîroka 24’ê Mijdarê li eniya Hecîn a Dêrezorê di navbera hêzên me û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî giran derketibûn. Di vî şerî de şervanên me ku berxwedaniyeke bêhempa raberkirin derbên giran li çeteyan hatibûn dayîn. Di vê berxwedanê de rêhevalê me bi nasnav Elî Silûk li dijî çeteyan heta dawiyê şer kir û şehîd ket.”

Nasnameyê şervanê YPG’ê yê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav: Elî Silûk

Nav û Paşnav: Elî El- Elî

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Zezuweh

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018