Li Viyanayê ji bo azadiya Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir

Li Viyanayê Komeleya Kurdî bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê li dar xist.

Li Viyanayê ji bo azadiya Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir
Li Viyanayê ji bo azadiya Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir
Li Viyanayê ji bo azadiya Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir
Li Viyanayê ji bo azadiya Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir
6 kanûn, 2018   12:47

VIYANA

Komeleya Kurdî bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî, konê çalakiyê li paytexa Awustiryayê Viyanayê veda. Bi dehan Kurdistanî tev li çalakiyê bûn.

30 kurdistaniyên li Awustiryayê (Nemsa), hevalên wan û hezkiriyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tev li çalakiyê bûn.

Li gorî komîteya amadekar, çalakiya greva birçîbûnê dê 20 rojan dewam bike. Komeleya Kurdî bang li hemû kurdistaniyan û hevalên wan kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serbestberdana wî tev li çalakiyê bibin.

(bx)

ANHA