Meclisa Leşkerî ya  Minbicê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê nasnameya endamekî xwe ku di qonaxa dawîn a hemleya Bagara Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de li gundewarên Dêrazorê şehîd bû, eşkere kir.

Meclisa Leşkerî ya  Minbicê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir
6 kanûn, 2018   12:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê nasnameya endamê xwe Xelîl Ebid (Ebû Seyah) ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li herêma Hecînê ya gundewarên Dêrazorê de şehîd bû, eşkere kir.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya wî da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Xelîl Ebid
Nasnav: Ebû Seyah
Navê dayikê: Nûra
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Eran, 1995
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 6 Kanûn 2018

(bx)

ANHA