Li Efrînê çalakiyên hemwext ên YPG’ê: Herî kêm 3 çete hatin kuştin

YPG’ê da zanîn ku di rojên dawîn de li kantona Efrînê li dijî çeteyên artêşa Tirk 3 çalakiyên sabotajê li dar xistine û di van çalakiyan de herî kêm 4 çete hatine kuştin û hejmarek çete jî birîndar bûne.

Li Efrînê çalakiyên hemwext ên YPG’ê: Herî kêm 3 çete hatin kuştin
6 kanûn, 2018   10:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 5’ê Kanûnê de li kantona Efrînê 3 çalakiyên hemwext ên sabotajê ji hêla hêzên wan ve hatine lidarxistin û di wan çalakiyan de herî kêm 4 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û hejmarek çete jî birîndar bûne.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê de, hêzên me di 5’ê Kanûnê de li navenda Efrînê û li navçeya Cindirêsê li dijî komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 3 çalakiyên hemwext ên sabotajê li dar xistin. Der barê çalakiyan de;

 1. Di 5’ê Kanûnê de yekîneyeke me li taxa Mehmûdiyê ya navenda Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî seyareyeke leşkerî ya serçeteyekî koma Sultan Murad ê bi navê Hemze Qerha û ajokarê wî pêk anî. Di encama çalakiyê de serçete û ajokarê wî hatin kuştin û seyare hate rûxandin.

2. Di heman demê de li kêleka navenda Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî seyareyeke leşkerî ya serçeteyekî koma Lîwa El-Şîmal yê bi navê Evdilla El-Zirbê hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de, li gel ku windahiyên koma çete çêbûn jî, der heqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.

3. Di heman rojê de yekîneyeke me li navenda navçeya Cindirêsê ya Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî baregeheke çeteyên Feylaq El-Şam pêk anî. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.”

ANHA