Mazot û sobe li dibistanên herêma Cizîrê hatin belavkirin

Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê,mîloyen û nîvek lître mazot û 25 hezar sobe li dibistanên kantonên Qamişlo û Hesekê belav kirin. Her wiha derî û pencereyên dibistanan hatin sererastkirin.

Mazot û sobe li dibistanên herêma Cizîrê hatin belavkirin
Mazot û sobe li dibistanên herêma Cizîrê hatin belavkirin
6 kanûn, 2018   09:55

QAMIŞLO

Bi destpêka demsala zivistanê re û li gorî plansaziya salane ya Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê bi armanca duristkirina kar û barên perwerdeyê, mazot û sobe li ser dibistan û navendên perwerdeyê yên kantonên Qamişlo û Hesekê hatin belavkirin.

Hevseroka desteyê Semîre Hac Elî da xuyakirin ku deste bi xebateke mezin radibe da ku rewşa dibistanan li kantona Cizîrê çêtir bibe. Semîra Hac Elî got Desteya Perwerdeyê di destpêka serdema xwendinê de derî, pencere û banên dibistanan sererast kirine û pirtûkên xwendekaran ên hemû astan dabîn kirine.  

Her wiha Semîra da zanîn ku desteyê mazot û sobe li tevahiya dibistanan kantonên Qamişlo û Hesekê belav kirin. Bi giştî 25 hezar sobe û derdora mîloyen û nîvek lître hatiye belavkirin.

(ekîb-ab)

ANHA