ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.12.2018
6 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şehîd Abdullah Ehmed El-Hemed bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya gundê Ebû Xeşeb vedişêrin, saet 12:00. Li Kobanê jî ji bo şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mamed Kobanê sersaxî tê xwestin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hin rûspiyên êlên Ereb ên Minbicê gotin: "Bi hevgirtina xwe em ê ewlehî û aramiya Minbicê biparêzin". Rûspiyan bang li şêniyên bajêr kirin ku ji komployên li dijî Minbicê têne meşandin hişyar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dagirkiriya Tirkiyeyê li Efrînê  dest polîtîkeyên "Parçe bike tê bi ser bikeve"  dike. Di vê çarçoveyê de kesên nêzî xwe wekî muxtrê gund erekedar dike da ku derbarê şêniyên gund de agahiyan kom bikin û bidin MÎT Tirkiyeyê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hejmarek ji siyasetmedarên Kurd gotin yekrêziya gelê Kurd mîsogeriya parastina destkeftiyan e û banga lidarxistina Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nûnerê PYD ê li Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb biryara girtina buroyên Tevgera Azadiya Civaka Demokratîk weke xuliqandina çerxekî di civaka Kurdî de û berdewamkirina desthilatdariya yek partiyê bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê têkildarî 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan panel, şevbuhêrkeke helbestan û pêşengeheke hûnera şêwekariyê li navneda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên girava birçûbûnê ya jinan ya ji bo piştgiriya hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê ya Culemêrgê Leyla Guven li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo di doja duyemîn de didome, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakvanên gireva birçîbûnê ya li Qamişlo tê lidarxistin gotin Leyla Guvan ji hemû jinan re bûye mînak û destnîşan kirin ku bi rêya çalakiya xwe nerazîbûnên xwe ji siyaseta dewleta Tirk der heqê girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de rave kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gundê Jinwar ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanî de hate vekirin, dest bi xebatên birêxistina gund kir û meclisa xwe ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê bi tevlêbûna hejmarek helbestvan şevbêrkeke helbestan li navenda MSD‘ê li dar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mele Mehmûdê Sebrî yê 78 salî bi navê Evîndarê Xemgîn tê naskirin, li ber destê mele fêrî xwendin û nivîsandinê bû. Di ciwaniya xwe de dibistan xwend û zanîngeh jî qedand. 40 sal ji temenê xwe di nava tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de pêşengî kir. Sebrî li dijî parçebûnên partiyên siyasî têdikoşiya. Piştre dest ji xebatên xwe yên siyasî berdide û dest bi nivîsandin û wêjeyê dike. Bi sedan helbest û nivîs amade kirin û 9 pirtûkên li ser mijarên cuda çap kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên Efrînê ku neçar mane ji Efrînê derkevin û li Şehbayê bi cih bûne, demsala havînê di nav kampan û malên wêrankirî de di nava kêmbûna derfetan de qedandin. Îro jî bi hatina zivistanê re li dora xwe ji bilî Rêveberiya Xweser ku alîkariya wan bike nedîtin. Rêveberiyê ruxmî derfetên kêm mazot û sobe ji şêniyan re peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şeredariya Gel a Navendî ya bajarê Reqayê bi hevkariya tîma destwerdana lezgîn çerxerêya Neîm sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA