QSD`ê di 3 rojan de zêdetirî hezar sivîl ji DAIŞ`ê rizgar kirin

Hêzên Sûriya Demokratîk encamên şerê 3 rojan ji qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê de eşkere kirin û da zanîn ku şervanên wan di 3 rojan de zêdetirî hezar sivîl ji DAIŞ`ê rizgar kirine.

QSD`ê di 3 rojan de zêdetirî hezar sivîl ji DAIŞ`ê rizgar kirin
5 kanûn, 2018   13:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di Şerê Tunekirina Terorê yê li dijî rêxistina DAIŞ`ê ya terorê, li bejahiya rojhilat a Dêrazorê terorîstên DAIŞ`ê bi panzêr û çekên doçka êrîşî noqteyên şervanên me kir. Şervanên me bersiv da û şerekî dijwar rû da. Di encamê de panzêrek hate teqandin û gelek terorîst hatin kuştin. Her wiha balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî baregehên terorîstan kirin armaca xwe û rûxandin.

Li eniyeke din, piştî şerên dijwar bi terorîstan re, şervanên me zêdetirî 20 terorîst kuştin, çekeke doçka teqand û erebeyek û doçkayek jî desteser kirin. Şervanên me 1 km bi pêş ve çûn û 18 noqte ava kirin.

Terorîstan bi çekên giran, panzêr û hewanan hewl da êrîşî noqteyên ku şervanên me çêkiribûn bikin, şervanên me bersiv da û di encamê de koma êrîşkar hate kuştin û çek û erebeyên wan hatin teqandin. Balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî gelek baregeh, erebe û navendên terorîstan kirin armanca êrîşên xwe.

Li eniya Hecîn şerên giran di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ`ê de rû dan. Terorîstan hemû cureyên çekan û panzêr bi kar anîn. Di encama şerê ku çend saetan dewam kir de, xetên parastinê yên terorîstan hatin şikandin, gelek terorîst hatin kuştin û şervanên me 3 km bi pêş ve çûn û 61 noqte ava kirin. Li vir jî balafirên Koalîsyona Navneteweyî kombûna terorîstan kir armanca êrîşên xwe û xetên desteka terorîstan qut kirin.

Her wiha şervanên me bersiva karwanekî terorîstan da ku ji 40 erebeyên panzêr û çekên doçka li ser, pêk dihat. Di encamê de 228 terorîst hatin kuştin û gelek erebe hatin teqandin. Li hemû eniyan şer dem bi dem çêdibin.

Di heman demê de, şervanên me zêdetirî hezar sivîl ku di nav wan de jin û zarok hebûn, derfeta derxistina wan peyda kir û ew gihandin cihên ewle û pêdiviyên sereke û lezgîn pêşkêşî wan kirin.

Encamên dawîn ên şer wiha ne:

- Hejmara êrîşên balafirên Koalîsyona Navneteweyî: 115

- Hejmara kuştiyên terorîstan: 228

- 3 treks, 7 doçka, 2 qaîdeyên hewanan, 6 erebeyên leşkerî, 7 motorsîklêt û çekeke antîbalafir hatin teqandin. Her wiha 35 baregehên parastinê, 23 baregehên ku terorîstan xwe tê de bi cih dikir û navendeke peywendiyan hatin teqandin.

(kc)