Li Qamişlo ji bo Leyla Guven piştgirî

Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, li bajarê Qamişlo kon hate vedan. Di kon de, 70 kesan dest bi greva birçîbûnê kir.

Li Qamişlo ji bo Leyla Guven piştgirî
Li Qamişlo ji bo Leyla Guven piştgirî
Li Qamişlo ji bo Leyla Guven piştgirî
Li Qamişlo ji bo Leyla Guven piştgirî
Li Qamişlo ji bo Leyla Guven piştgirî
Li Qamişlo ji bo Leyla Guven piştgirî
Li Qamişlo ji bo Leyla Guven piştgirî
Li Qamişlo ji bo Leyla Guven piştgirî
Li Qamişlo ji bo Leyla Guven piştgirî
Li Qamişlo ji bo Leyla Guven piştgirî
5 kanûn, 2018   12:27

QAMIŞLO

Bi dûrişmeya “Em tecrîdê bişikînin, faşîsmê têk bibin û bi azad bi Rêber Apo re bijin” îro Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo piştgiriya hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê ya Culemêrgê Leyla Guven konek li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo veda.

Di kon de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Leyla Guven, alên Kongreya Star û PYD`ê hatin daliqandin. Di kon de, 70 jin û mêran dest bi greva birçîbûnê kir. Kesên ku dest bi greva birçîbûnê kir, cilên spî ku li ser wêneyên Ocalan hatine xêzkirin, li xwe kirin.

Ji saetên sibê ve jî, bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî serdana kon dikin û piştgiriyê didin çalakgeran.

Di konê çalakiyê de, yek ji rêveberên Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan axivî û piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye, anî ziman. Daliya teqez kir ku ji bo piştgiriya Leyla Guven û rakirina tecrîda li ser Ocalan, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Her wiha Metir Yûsif û Adile Xelef ên ku dest bi greva birçbûnê kiriye, anî ziman ku fikr û felsefeya Ocalan rêya azadiya gelên herêmê vekir û ew ê jî heta dawiyê piştgiriyê bidin Ocalan.

Kon dê 2 rojan vekirî bimîne. Tê payîn ku Kongreya Star konên piştgiriyê li hemû herêmên Cizîrê vede.

(kc)

ANHA