Gelê Kobanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir

Li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê û bi armanca şermezarkirina binpêkirinên hikumeta Tirkiyeyê, şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya navdewletî, bi hezaran şêniyên Kobanê daketin qadan.

Gelê Kobanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir
Gelê Kobanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir
Gelê Kobanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir
Gelê Kobanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir
Gelê Kobanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir
5 kanûn, 2018   13:23

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên Kobanê bi dirûşmeya "Bi hev re em ê tecrîdê bişikînin, dîktatoriyetê hilweşînin û neteweya demokratîk ava bikin" li Qada Jinên Azad kom bûn. Şêniyan wêneyên şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên şermezarkirina bêdengiya li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd a nêzî sînorê di navbera Sûriya û Bakurê Kurdistanê de veguherî mitîngê. Di meşê de hêzên Parastina Civakî (HPC) li derdora qadê erka xwe ya parastinê pêk anî.

Di mitîngê de ji rêveberên PYD`ê Ayşe Efendî axivî û destnîşan kir ku rêberekî wekî Ocalan di girtîgehê de ye, hemû cîhan bê deng e û tu helwestan nîşan nade, ma gelo hemû cîhan nabîne ku çawa bi milyonan gel û bi awayekî rojane ji bo azadiya wî dadikevin qadan? Her wiha diyar kir ku ev qanûn li gorî berjewendiyan têne bikaranîn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Sirînê Hisên Elî teqez kir ku projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate pêşkêşkirin, xizmeta dewletên cîran nake û wiha got: "Her çi qas em rêxistin û girêdanên xwe zêde bikin, ev yek xetereya li ser sîstemên desthilatdar û dîktator li herêmê zêde dike. Rêya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye diyarkirin, a rast e."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserî dewletên cîhanê çalakî têne lidarxistin.

(bx)

ANHA