Li Dêrazorê barana dijwar dibe sedema metirsiyan

Ji destpêka meha derbasbûyî ve baraneke dijwar li herêma Dêrazorê dibare. Ji ber wê jî rêjeya ava bendava Mihêmîdiye ya gundewarên rojavayê Dêrazorê zêde bû û ev yek metirsiyan li gel şêniyên gundên derdorê çêdike.

Li Dêrazorê barana dijwar dibe sedema metirsiyan
Li Dêrazorê barana dijwar dibe sedema metirsiyan
Li Dêrazorê barana dijwar dibe sedema metirsiyan
Li Dêrazorê barana dijwar dibe sedema metirsiyan
Li Dêrazorê barana dijwar dibe sedema metirsiyan
Li Dêrazorê barana dijwar dibe sedema metirsiyan
Li Dêrazorê barana dijwar dibe sedema metirsiyan
Li Dêrazorê barana dijwar dibe sedema metirsiyan
5 kanûn, 2018   10:02

DÊRAZOR

Ji destpêka meha Mijdarê ve baraneke dijwar li herêmên Dêrazorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibare. Li gelek herêmên çolistana Dêrazorê lehî rabû, av li herêmên nizm kom bû û bi vê yekê golên avê çêbûn.

Bendava Mihêmîdiye (Bendava Wadî El-Beqer) a bakurê gundê Mihêmîdeye, dikeve navbera geliyekî û herêmeke nizm. Dirêjiya wî 250 metre û firehiya wê jî 6 metre ye.

Piştî ku di demên dawî de baran bi dijwarî bariya, lehî çêbûn av diçû geliyê El-Beqer ê li pişt bendavê.

Di demên berê de şêniyan kanalên avê girtin û bi ser zeviyên xwe de berda. Ji ber wê ava zêde nema ber bi çemê Firatê ve diçû. Di encama wê de av li pişt bendavê kom bû, gihîşt asta jor a bendavê û av ber bi aliyên din ê gelî ve diçû.

Ji ber zexta zêde ya avê bendav hêdî hêdî xira bû. Şêniyên bajarokê Mihêmîdiye û Komîteya Xizmetguzariyê yekser dest bi sererastkirinê kirin da ku heger bendav hilweşe karesat çênebin. Heger bendav hilweşe, dê gundên Mihêmîdiye yên rojava û rojhilat; Sefîra û Hewayic Bû Mesa ku 20 hezar kes lê dijîn, di nava avê de bimînin.

Komîteya Xizmetguzariyê xebatkar û dozer şandin da ku kanala avê ber bi çem ve vekin û pompeyên girtî sererast bikin. Werşeyên kar û alavan rojekê xebitîn û kanal bi temamî vekirin.

Welatiyê bi navê Mihemed El-Wayid ê ji gundê Mihêmediye wiha got: "Rêjeya avê di Bendava Wadî El-Beqer de zêde bûye. Ev yek xetereyê çêdike. Ji ber ku heger bendav hilweşe dê hemû gundên derdora wê di nava avê de bimînin."

(bx)

ANHA