Gerînendetiya Çandiniyê alîkariyê dide cotkaran

Gerînendetiya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Tebqayê belavkirina tov û semad li cotkaran berdewam dike.

Gerînendetiya Çandiniyê alîkariyê dide cotkaran
Gerînendetiya Çandiniyê alîkariyê dide cotkaran
Gerînendetiya Çandiniyê alîkariyê dide cotkaran
5 kanûn, 2018   08:48

TEBQA

Gerînendetiya Çandiniyê 1‘ê Cotmehê deriyê ruxsetkirinê ji bo hilberîna zivistanê ya plana çandiniyê ya sala 2018-2019’an vekir û di 3‘yê Mijdarê de girtibû. Di vê navberê de komîteyê girêdayî gerînendetiyên çandiniyê serdana malên gel û meclisan kir, ji bo ku wan bi plana zivistanê agahdar bikin.

Gerînendetiyê piştî bidawîkirina ruxsetkirinê dest bi belavkirina tov û semadê li cotkaran kir.

Li gorî hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê ya Tebqayê Xalid Esker mîqdara genim bi cureyên xwe yên hişk û nerm 755 ton, her wiha yê semada axî 280 ton û yê Elyoriya 117 ton hatiye belavkirin û hîn mîqdarek ji semadê di depoyê de maye. Xalid Esker destnîşan kir ku hewcedariya wan bi heman mîqdara ku hatiye belavkirin heye û anî ziman ku ew ê di rojên pêş de peyda bikin.

Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê beriya demekê daxuyaniyek dabû, tê de şert û mercên wergirtina ceh diyar kiribûn.

ANHA