Li Reqayê amadekariyên vekirina pirtûkxaneyekê

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo vekirina pirtûkxaneyeke niştîmanî ya giştî, li bajêr dest bi xebatan kiriye.

Li Reqayê amadekariyên vekirina pirtûkxaneyekê
Li Reqayê amadekariyên vekirina pirtûkxaneyekê
Li Reqayê amadekariyên vekirina pirtûkxaneyekê
Li Reqayê amadekariyên vekirina pirtûkxaneyekê
Li Reqayê amadekariyên vekirina pirtûkxaneyekê
Li Reqayê amadekariyên vekirina pirtûkxaneyekê
5 kanûn, 2018   08:34

EMÎNE EL ELÎ / REQA

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê piştî ku DAIŞ'ê çanda herêmê wêran kir, ji bo vejandina çanda Reqayê gelek xebatan dimeşîne. Komîteyê, Navenda Çandê ya Reqayê vekir, cihên dîrokî û buro ji nû ve restore kirin û ji bo piştgiriya hunermend û rewşenbîran panelên girêdayî vejandina kultur û çandê li dar xistin.

Xebatên komîteyê di çarçoveya çandî de neman, komîteyê hin cihên dîrokî belge kirin da ku ji wêrankirinê biparêze, bi taybet sûrên kevn û muzexaneya Reqayê û hin firinên qermîtan restore kirin.

Her wiha Komîteya Çandê amadekariyên vekirina  pirtûkxaneya niştîmanî ya giştî li bajêr kir. Komîteyê hewl da 100 hezar pirtûkan bi dest bixe. Hejmara  pirtûkên ku heta niha Komîteya Çandê  bi dest xistiye 15 hezar pirtûk e û ji pirtûkxaneyê re hatin veguhastin û tê payîn ku di çend rojên pêşiya me de pirtûkxane were vekirin.

Li gel vekirina pirtûkxaneya niştîmanî, bi armanca balkişandina hunermendên Reqayê ku neçar mane dest ji war û hunera xwe berdin, dê holeke wênesaziyê were vekirin. Her wiha Komîteya Çandê xebatên restorekirina Pirtûkxaneya Bor Seîd a ku mezintirîn embarên (depo) çandî vedihewandin û ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye şewitandin, bi dawî kir. Tevî pirtûkên ku xwediyê pirtûkxaneyê veşartibûn, hejmareke pirtûk ji pirtûkxaneyê re hatin pêşkêşkirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Çand û Hunerê yê Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa axivî û behsa girîngtirîn xebatên komîteyê ji destpêka avabûna û heta niha hatine meşandin kir û wiha got: "Em di gelek çalakiyên çandî de amade bûn û me bi gelek hunermend û helbestvanan re têkilî çêkir. Me du pêşangehên wênesaziyê vekirin û armanca me bi rêya avakirina komeke gelêrî ku ji hunermendên Reqayê pêk tên, çanda Reqayê vejînin."

ANHA