Xeyalên hevala xwe ya şehîd bi cih anîn

Derketina ji Efrînê, li ber hêvî û xwestekên wan ji bo vejandina hewesa fêrbûna lêdana amûrên muzîkê û pêkanîna xewna hevala xwe Hêva ku di encama topbarana artêşa Tirk de şehîd bûbû, nebû asteng. Keçikên biçûk bi karînên xwe koma xwe komî ser hev kir.

Xeyalên hevala xwe ya şehîd bi cih anîn
Xeyalên hevala xwe ya şehîd bi cih anîn
Xeyalên hevala xwe ya şehîd bi cih anîn
Xeyalên hevala xwe ya şehîd bi cih anîn
Xeyalên hevala xwe ya şehîd bi cih anîn
Xeyalên hevala xwe ya şehîd bi cih anîn
5 kanûn, 2018   08:32

SOLÎN REŞÎD-TOLÎN HESEN / ŞEHBA

Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20'ê Çileyê de li dijî kantona Efrîn,  bi sed hezaran şêniyên kantonê ji warên xwe derketin û berê xwe da kantona Şehabyê. Di encamê de hemû warên jiyanê belav bûn û bi taybet yên girêdayî zarokan.

Ji ber ewlehî û aramiya kantona Efrînê beriya êrîşan, di dirêjahiya çend salan de rê li pêşiya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk, Kevana Zêrîn û peymangehên muzîkê hate vekirin. Wan navendên hunerî ji bo derxistina arezûyên zarokan di warê hunerê de gelek xebat dan meşandin û alavên muzîkê peyda kirin.

Zarokek bi israra xwe endamên komê komî ser hev dike

Ji zarokên ku derfet jê re hatin peydakirin da ku xwe di warê hunerî de bi pêş bixe, yek jî Romîniya Sîdo ye. Romîniya li gel peymangeheke muzîkê li Efrînê, stran û lêdana amûra muzîkê kemanê fêr bûye.

Dagirkirina Efrînê û derketina ji kantonê û mercên jiyanê li kantona Şehbayê li hember hewesa Romîniya ji bo pêşxistina xwe û hevalên xwe jî li gel tunebûna perwerdekaran nebû asteng. Destpêkê Romîniya li hevalên xwe ku di heman komê de fêr dibûn, geriya û piştre dest bi perwerdeya xwe kirin. Koma stranan ji 10 keçikan pêk tê ku temenên wan di navbera 11-17 saliyê de ne.

Endamên komê perwerdeyên xwe li ser lêdana amûrên muzîkê keman, buziq û defê li mala Romîniya dîtin. Her wiha 5 keçên din xwe li ser stranên kurdî yên gelêrî perwerde dikirin. Derdora du mehan û bêyî notayên muzîkê, komê perwerdeyên xwe berdewam kirin. Endameke komê diyar kir ku wan bi rêya guhdarkirina stranan xwe perwerde dikir.

Koma stranê her du rîtmên rojhilat û rojavayî dikin yek û bi kurdî distrên. Endamên komê di girêdana rîtma amûrên muzîkê de ji ber tunebûna notaya muzîkê zehmetiyan dikişînin lê dîsa jî ji ber hewesên xwe ev zehmetî wek astengiyeke mezin nedîtin.

Di bin konekî de karînên xwe bi pêş dixin

Piştî berfirehkirina xebatên Kevana Zêrîn, ji bo pêşxistina karînên hunerî yên endamên komê, mamosteyek ji wan re hate diyarkirin. Mamoste bêyî notayê keçan perwerde dike, ji ber ku hemû materyalên muzîkê li Efrînê mane. Dema mamoste tune be, endamên komê tiştên ku ji mamoste fêr bûne dîsa bi hev re dubare dikin û alîkariya hev dikin. 

Bi daxwazên endamên komê û ji bo bîranîna hevala xwe ya ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de li dijî gundê Basûta ya kantona Efrînê şehîd bûbû, navê koma xwe kirina Hêva Kilaho. Hêva Kilaho endama koma govendê bû.

Endamên komê roja Şemiyê perwerdeyên xwe di bin konekî li Kampa Serdemê de dibînin. Koma stranan di boneyan de berhemên xwe yên hunerî pêşkêş dike.

Bi israr li ser 12 stranan perwerdeyên xwe dibînin

Têkildarî mijarê Romîniya wiha got: "Niha em li ser 12 stranan perwerdeyên xwe dibînin. Em hindek astengiyan li ser du amûran dibînin, lê bi israra xwe me girêdan çêkir. Ji ber tunebûna notayên muzîkê ji bo pêşxistina xwe em zehmetiyan dikişînin. Divê hemû zarok arezûyên xwe derxin û xwe bi pêş bixin."

Ji aliyê xwe ve endama komê Hêva Sîdo tekez kir ku wê bi rêya keda hevala xwe arezûyên xwe nas kiriye û bi pêş xistiye û wiha got: "Armanca me ji perwerdeyan, em xwe bi pêş bixin. Derketina me ji Efrînê tu bandor li girêdana me bi çanda me nekir. Em bang li hemû zarokan dikin ku tev li Tevgera Çand û Hunerê bibin da ku kultura xwe biparêzin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Romîniya niha 5 zarokan li Kampa Serdemê fêrî lêdana amûra muzîkê kemanê dike, piştî ku Kevana Zêrîn amûr ji wan re peyda kirin.

(şx)

ANHA