Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Daxuyanî û tevgerên Amerîka der barê dosya Sûriyê de zêde bûne û bi zimanê şandeyê xwe êrîşî têkçûyîna "misogerkarên Astana" kir û bang li wan kir ku çalakiyên Astana û Soçî bi dawî bikin.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
5 kanûn, 2018   08:31

 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa daxwuyaniyên Amerîka yên derbarê Sûriyê de kirin. Rojnameyan bal kişandin ser hewldanên çareserkirina aloziya hikûmeta Iraqê û behsa bicihbûna hêzên Îsraîlê ber bi sînorê Lubnanê ve kirin.

Şerq El-Ewsat: Waşinton "Astana" û "Soçî" bi dawî dike eger komîteya destûrî ava nebe

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî mijar û aloziya Sûriyê ragihand ku şandeyê Amerîka yê taybet ji bo Sûriyê Cêms Cefrî ji Rûsya xwestiye ku asta xebatên xwe ji bo avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê di 14'ê vê meha kanûnê de zêde bike û piştrast kir ku divê hemû dewlet zextê li hikûmeta Şamê bikin û banga bidawîkirina çalakiyên Astana û Soçî kir eger hemû alî xebatên avakirina komîteya destûrî pêk nehînin.

Rojnameyê diyar kir ku dibe pêşketinek di çalakiya siyasî de pêk were û Cêfrî wiha gotiye: "Ji destpêka çalakiyên Soçî û Astana ve em li hemberî riyeke girtî rû bi rû ne. Piştî 6 salan ji cemidandinê tişta ku diyar dibe civînên wezaretan li ser astên bi çûk bû. Heta niha demeke diyar tune ye. Ez bi hêvî me ku di 14'ê vê mehê de li rex Stîfan De Mistûra tevbigerin."

El-Ereb: Tunekirina Îranê ya hebûna baregehên leşkerî di Sûriyê de, tevgerbûyîn an stûxwariya ji ber zextên Rûsyayê ye

Rojnameya El-Ereb ji aliyê xwe ve diyar kir ku berdevkê fermî yê hêzên leşkerî yên Îranê Serbaz Ebû El-Fedil Şikarcî diyar kiriye ku baregehên leşkerî yên welatî wî di Sûriyê de tune ne û got ku rola Îranê li vir weke Îraqê tenê şêwermendî ye. Evan daxuyaniyên Îranê piştî zextên Rûsya pêk tên.

Rojnameyê her wiha got ku Rûsya êrîşên Îsraîlê li dijî baregehên di Sûriyê de dibîne ku evan baregeh girêdayî Îran û milîsên wê ne û ev yek jî fektorekî zextê ya din e. Rûsya baş dizane ku hebûna Îranê tê wateya ku derfetên çareserkirina aloziyê tune ne û bidawîkirina aloziyê ne pêkan e bêyî lihevkirina bi Amerîka re pêk were.

Şerq El-Ewsat: Waşinton dixwaze "nimûneya Bakurê Iraqê" li rojhilatê Sûriyê pêk bîne

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa daxuyaniyên Amerîka kir û wiha got: "Şandeyê Amerîka yê taybet ji bo Sûriyê Cêms Cefrî nîşan da ku dibe ku Waşinton nimûneya Bakurê Îraqê li bakur û rojhilatê Sûriyê pêk bîne û da zanîn ku Amerîka heta dawî di Sûriyê de namîne û tunekirina DAIŞ'ê û vekişandina hêzên Îranê ji Sûriyê û pêkanîna çalakiya Siyasî mijareke ne pêkan e Amerîka ji wan vegere."

Şandeyê Amerîka wiha domand: " Vebijêrên cûda yên serok Donald Trump yên girêdayî destwerdana hêzên me hene. Amerîka 13 salan li ezmanê Bakurê Îraqê bû.

El-Ereb:Serokwezîrê Iraqê careke din di temamkirina pêkhatebûna wezaretan bi binket

Têkildarî mijara Iraqê, rojnameya El-Ereb bal kişand ser hewldanên temamkirina pêkhatebûna hikumetê û got:”Serokwezîrê Iraqê Adil Ebd El-Hadî roja sêşemê, di avakirina pêkhatebûna wezaretan li pêşiya perlemanê bin binket, ev yek jî ji ber nakokiyên kûr ê navbera bilokên siyasî derbarê namzetan.”

El-Şeriq El-Ewest:Amerîka hêzên navneteweyî li dijî mûşekên Iranê amade dike

Têkildarî tevgerên Amerîka li dijî Iranê, rojnameya El-Şeriq El-Ewest re got:”Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Mike Pompeoh û nûnerê taybet ê Amerîka yê ji bo Iranê Brian Hawk li Birkuselê gotin ku divê Ewropa li dijî gefên Iranê yên ji bo têkbirina aramiya herîmî û navneteweyî, cezayan li ser sîstema li Tehranê feriz bike.”

El-Ereb: Israîl ji bo li hemberî Huzebellah derkeve amadekariyên xwe dike

Derbarê operasyona leşkerî ya ku Israîlê li dijî Huzebellah daye destpêkirin, çavkaniyên siyasî yên Lubnanê ji rojnameya El-Ereb re ragihandin ku operasyona Israîlê ya bi navê “Mertala Bakur” li dijî Huzebellah daye destpêkirin da ku tunel werin dîtin, aloziya navbera sînorê Israîl û Lubnanê zêde dike.

El-Qudis El-Erebî: Hemas gefa avêtina balonên şewatê û tevlîhevkirina şevê xwar

Têkildarî mijara Filistînê, rojnameya El-Qudis El-Erebî got:”Tevgera Hemas gef xwar ku ger Israîl paşguhkirina hevpeymanên ku hatine îmzekirin dewam bike, ew ê careke din balonên şewatê bavêjin û tevlîhevkirina şevê bikar bînin.”

El-Ereb: Beriya rûniştandina Stockholm Griffiths şertên Hûsiyan erê kir

Her wiha têkildarî mijara Yemenê, çavkaniyên diplomasî ji rojnameya El-Ereb re got:”Rêketina şandeya Hûsî tevî sefîrê El-Kiwêtê yê Yemenê Fehed El-Mîi û nûnerê nanventeweyî Martin Griffiths ji Sena  ber bi Stockholmê ve, li ser esasê erêkirina şertên Hûsî pêk hat.”

El-Heyat: Rûsya beşek ji emborgeya li ser benderên Ukraniya rakir

Têkildarî aloziya navbera Ukraniya û Rûsya, rojnameya El-Heyat got:”Wezîrê Binseziyê yê Ukraniya Fuldemir Ufula ragihand ku duh Rûsya beşek ji emborgeya ku li ser benderên Ukraniya yên li ser Deryaya Azov feriz kiribû, rakir.”

(ekîb)