Li Hecînê şervanên QSD`ê bi sedan sivîlên din jî rizgar kirin

Şervanên QSD`ê bi sedan sivîl ji eniya Hecînê rizgar kirin û ew ber bi herêmên ewle ve birin.

Li Hecînê şervanên QSD`ê bi sedan sivîlên din jî rizgar kirin
Li Hecînê şervanên QSD`ê bi sedan sivîlên din jî rizgar kirin
Li Hecînê şervanên QSD`ê bi sedan sivîlên din jî rizgar kirin
Li Hecînê şervanên QSD`ê bi sedan sivîlên din jî rizgar kirin
Li Hecînê şervanên QSD`ê bi sedan sivîlên din jî rizgar kirin
Li Hecînê şervanên QSD`ê bi sedan sivîlên din jî rizgar kirin
5 kanûn, 2018   08:20

DÊRAZOR

Qonaxa dawîn a Hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê didome. Şervanên QSD`ê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê xistin, her wiha bi hemû hêza xwe hewl didin sivîlan rizgar bikin û wan ji herêmên şer dûr bixin.

Li eniya Hecînê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar rû didin. Şênî bi awayekî zêde ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de koçber dibin û hewl didin ber bi herêmên ewle ve biçin. Şêniyên ku ji herêmên şer direvin, dizanin ku mayin di rêya wan de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine çandin û dizanin ku ew ê bi hemû çekan bibin hedefa çeteyên DAIŞ`ê.

Di vê çarçoveyê de şervanên QSD`ê şevê din piştî ku korîdorên ewle vekirin, nêzî 700 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, ji eniya Hecînê rizgar kirin.

Şervanên QSD`ê sivîlên ku nêzî 15 kîlometre meşiyan û xwe gihandin nuqteyên şervanên QSD`ê, ber bi herêmên ewle ve birin û ew ji xetên şer ên di navbera şervanan û çeteyan de dûr xistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ`ê li eniya Hecînê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin da ku pêşveçûnên şervanan asteng bikin. Her kesê ku dixwaze ji herêmên şer bireve û ber bi herêmên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgarkirin, dikuje. Mayinan li ser rêyan diçînin da ku sivîl ji herêmê dernekevin. Lê şervanên QSD`ê bi hemû hêza xwe korîdorên ewle ji bo ewlehiya şêniyan vedikin.

(bx)

ANHA