Besam Îshaq: Rêveberiya Xweser rê li ber planên Tirkiyeyê digire

Nûnerê MSD'ê yê DYA'yê Besam Îshaq destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser li herêmê serkeftina xwe îsbat kir. Her wiha diyar kir ku proje rê li ber pêkanîna planên Tirkiyeyê li herêmê digire.

Besam Îshaq: Rêveberiya Xweser rê li ber planên Tirkiyeyê digire
5 kanûn, 2018   07:30

GIRÊ SPÎ

Têkildarî tecrubeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û armanca Tirkiyeyê ya li dijî herêmên ewle, nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ê DYA'yê Besam Îshaq ji ajansa me re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Besam Îshaq detnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser, projeyeke pêşeng e û serkeftina xwe li ser erdê îsbat kiriye û wiha anî ziman: "Ewlehî û aramiya herêmên ku QSD diparêze, nimûneyek pirreng ku hemû nasnameyên niştîmanî, çandî û etnîk ên hemû şêniyên herêmê nas dike, pêşkêş kir. Jinan jî di bin banê Rêveberiya Xweser de bi rêya tevlêbûna hemû saziyan, azadiya xwe bi dest xist."

Cudahiya Rêveberiya Xweser, qebûlkirin pirrengiyê ye

Di berdewama gotinên xwe de Îshaq destnîşan kir ku tişta ku Rêveberiya Xweser cuda dike, nasîna wê ji çandan û cudakirina ol ji dewletê ye û wiha got: "Bi vê yekê ol di desthilatdariyê de nayê bikaranîn. Lê vê projeyê nimûneyeke ku mafê pêkanîna ayînên olî nas dike, pêşkêş kir. Eger li ser tevahiya xaka Sûriyê belav bibe, dê hêviyên gelê azadîxwaz peyda bibin."

Ev proje hêviyên gelê Sûriyê pêk tîne

Nûnerê MSD'ê yê DYA'yê Besam Îshaq destnîşan kir ku di dema destpêkirina şoreşa Sûriyê 2011’an de, pirsekê xwe dida pêş; gelo şêwaza pergala siyasî ku daxwazên azadiyê û rûmetê pêk tîne, dê çawa be? Projeya ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye bicihkirin, kêrhatina xwe ji bo pêkanîna hêviyên gelê ku ji bo azadî û rûmeta xwe serî hildaye, îsbat kir.

Tirkiye ji bo dagirkirina herêmê hincetan derdixe

Girêdayî êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê Besam Îshaq ev tişt got: "Tirkiye bi gelek hincet û bihaneyan hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û mîna Efrînê herêmê dagir bike."

Her wiha Îshaq bal kişand ser ku Tirkiye bi navê azadiyê û demokrasiyê diaxive lê di rastiyê de koletî û ol di siyasetên xwe de bi kar tîne da ku hegemonyaya xwe serwer bike û planên xwe pêk bîne.

Di dawiyê de Besam teqez kir ku projeya Rêveberiya Xweser rê li ber pêkanîna planên Tirkiyeyê li herêmê digire.

(şx)

ANHA