Civîna dawî lidar ket û daxwaznemayên rûniştinên berê tên nirxandin

Niha civîna dawî ya Komcivîna Navnetewî ya der barê qirkirina etnîkî û guhertina demografî li Efrînê de tê lidarxistin. Di vê civînê de daxwaznameyên rûniştinên berê û encamname û daxwaznameya hevbeş tên nîqaşkirin.

Civîna dawî lidar ket û daxwaznemayên rûniştinên berê tên nirxandin
Civîna dawî lidar ket û daxwaznemayên rûniştinên berê tên nirxandin
Civîna dawî lidar ket û daxwaznemayên rûniştinên berê tên nirxandin
Civîna dawî lidar ket û daxwaznemayên rûniştinên berê tên nirxandin
4 kanûn, 2018   12:59

QAMIŞLO

Di dawiya Komcivîna Navnetewî ya der barê qirkirina etnîkî û guhertina demografî  li Efrînê de ku ev sê roj in li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo tê lidarxistin, Komîteya Amadekar a Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk biryar girt ku civîneke dawî ji komcivînê re lidar bixîne. Di vê civînê de nûnerekî her rûniştineke berê dê beşdar bibe û çareserî û pêşniyaran nîqaş bikin da ku komeke daxwazname ji bo bandora qirkirina etnîkî û guhertina demografîk li Efrînê çareser bikin.

Di van nîqaşan de çawaniya rawestandina guhertina demografîk dê were gotûbêjkirin û gavên ber bi rizgarkirina Efrînê ve bi hemû rêbazên siyasî, çandî, aborî, civakî û dîrokî bêne avêtin.

Tê payîn ku ev daxwazname û pêşniyar weke encamnameya komcivîna navnetewî ya der barê qirkirina etnîkî û guhertina demografî li Efrînê de ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve hatiye birêvebirin were destgirtin.

Hêjayî gotinê ye ev civîna dawî li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî ye.

(ekîp)

ANHA