Li Qamişlo ji bo şehîd Zîlan û şehîd Şêrhat merasîma sersaxiyê

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbatên şervanê YPG’ê şehît Şêrhat û gerîlaya YJA-Starê Zîlan Qamişlo re xwest.

Li Qamişlo ji bo şehîd Zîlan û şehîd Şêrhat merasîma sersaxiyê
Li Qamişlo ji bo şehîd Zîlan û şehîd Şêrhat merasîma sersaxiyê
Li Qamişlo ji bo şehîd Zîlan û şehîd Şêrhat merasîma sersaxiyê
Li Qamişlo ji bo şehîd Zîlan û şehîd Şêrhat merasîma sersaxiyê
Li Qamişlo ji bo şehîd Zîlan û şehîd Şêrhat merasîma sersaxiyê
Li Qamişlo ji bo şehîd Zîlan û şehîd Şêrhat merasîma sersaxiyê
Li Qamişlo ji bo şehîd Zîlan û şehîd Şêrhat merasîma sersaxiyê
Li Qamişlo ji bo şehîd Zîlan û şehîd Şêrhat merasîma sersaxiyê
4 kanûn, 2018   12:55

QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şervanê YPG`ê Hisên Îbrahîm (Şêrhat Qamişlo) re ku 29`ê Mijdarê dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd ket û gerîlaya YJA-Starê Zîlan Cemal (Zîlan Qamişlo) re xwest ku 29`ê Mijdarê di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan li taxa Enteriyê hate vedan. Şêniyên bajêr û şervanên YPG û YPJ`ê berê xwe da konê sersaxiyê û ji malbatê re sersaxî xwest.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo Elî Omer axivî û wiha got: "Zîlan li bakurê Kurdistanê û Şêrhat li Rojava şehîd bûn, ev delîl e ku sînor gelê Kurd ji hev qut nakin." Omer da xuyakirin ku gelê Kurd banga yekbûna neteweyî dike û wiha pê de çû: "Berjewendiyên teng ên hin partiyên siyasî yên Kurd nahêlin ku em bigihîjin danûstandinan û dengê gelê Kurd bikin yek.”

Omer da zanîn ku biryara hikumeta başûrê Kurdistanê ji girtina buroyên partiyên kurdî pêngavek e ku dihêle tevlihevî di nava Kurdan de pêk were û wiha got: "Ev yek, xizmeta berjewendiyên derve dike û dewletên ku dixwazin destkeftiyên gelê Kurd tune bikin."

Paşê fermandarê YPG`ê Rênas Qamişlo jî axivî û wiha got: "Dagirkirina Tirkiyeyê pir hewl dide alîkariya kesên bê hêz bike û derbeyê li destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine standin, bixe." Rênas bang li gelê Bakurê Sûriyeyê kir ku li dijî komployan têkoşînê bikin.

Konê sersaxiyê dê heta saetên şev vekirî be.

ANHA