Meclisa Rêveber rêzecivînên xwe didomîne

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe de bang li meclisên rêveber û her 7 rêveberiyên sivîl kir ku bi awayekî baştir xizmeta welatiyan bikin da ku valahî bi awayekî baştir werin dagirtin.

Meclisa Rêveber rêzecivînên xwe didomîne
Meclisa Rêveber rêzecivînên xwe didomîne
4 kanûn, 2018   13:01

GIRÊ SPÎ

Civîna Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mehbaş û Bêrîvan Xalid, hevserokên Meclisa Rêveber û her 7 rêveberiyên sivîl ên Cizîr, Efrîn, Kobanê, Dêrazor, Minbic û Reqayê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de aliyê xizmetguzarî û xizmetên ku ji welatiyan re têne pêşkêşkirin ji aliyê her meclisekê ve hatin nirxandin. Her wiha astengî û zehmetiyên rastî kar û xebatên wan tên û çawaniya çareserkirina wan hate nîqaşkirin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li meclisên rêveber û her 7 rêveberiyên sivîl kir ku xizmetên ku ji welatiyan re pêşkêş dikin, zêde bikin.

Her wiha Meclisa Rêveber ji hevserokên meclisên rêveber xwest ku valahiyên li gel xwe bi awayekî baştir li gorî şeklê rêxistinî di nava komîteyên girêdayî meclisên rêveber de dagirin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê civîna xwe ya asayî bi meclisan re li dar bixe da ku kar û xebatên wan binirxîne û plansaziya xebatên mehekê diyar bike. Ev civîn di çarçoveya rêzecivînên Meclisa Rêveber ên li gel desteyên xwe de pêk tê.

(bx)

ANHA