Tirkiye sûcên mirovahiyê li Efrînê pêk tîne

Beşdarên rûniştina sêyemîn û dawîn a komcivîna navneteweyî ya der barê qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê de, diyar kir ku Tirkiyeyê sûcên şer der heqê mirovahiyê de li ser Efrînê û gelê wê pêk anîne û welatiyên Êzidî neçarî misilmanbûnê kirine. Her wiha gelek navendên olî û perestgehên taybet ên Êzidî û Elewiyan hilweşandine.

Tirkiye sûcên mirovahiyê li Efrînê pêk tîne
Tirkiye sûcên mirovahiyê li Efrînê pêk tîne
Tirkiye sûcên mirovahiyê li Efrînê pêk tîne
Tirkiye sûcên mirovahiyê li Efrînê pêk tîne
Tirkiye sûcên mirovahiyê li Efrînê pêk tîne
4 kanûn, 2018   12:42

QAMIŞLO

Rûniştina sêyemîn û dawîn ji aliyê pisporê dîroka siyasî û rêveberê Navenda Xors a Lêkolînên Stratejîk û mamosteyê Zanîngeha El-Iskenderiyê û spîkerê bernameya Raya Giştî Dr. Celal Zênatî ve hate birêvebirin. Di vê rûniştinê de profesora qanûnên sivîl û mamosteya Zanîngeha Firatê û endama Rêxistina Banga Cinêvê Zozan Îbrahîm Mihemed, lêkolînerê stratejîk ê Fransî û pisporê analîzên şerên navneteweyî Gerard Şaliyand û rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman axivîn.

Axaftinên van kesayetan di aliyê hiqûqî yê çalakiyên qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê de bûn. Di rûniştinê de her wiha Navenda Belgekirina Destdirêjiyan li Bakurê Sûriyê kurtasiyek der barê destdirêjiyên artêşa Tirk li Efrîn, Cerablûs û Ezazê de di dema ji 1'ê Hezîranê heta 30'ê Mijdarê de pêşkêş kir.

Belgefîlma ‘Aras’ hate nîşandan

Di rûniştinê de her wiha belgefîlma bi navê Aras hate nîşandan. Naveroka belgefîlmê der barê ciwanekî ker de ye ku ji welatiyên Efrînê ye û 20 salî ye û piştî dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê hişê xwe jî winda dike. Piştî ku li rex malbata xwe di 16'ê Adarê de neçarî koçberiyê dibe, malbat wî winda dike û piştî demekê wêneyên wî li ser malperên civakî dibînin ku endamên koma Ehrar El-Şam li bajarê Ezazê îşkenceyê li wî dikin. Piştre malbatê peywendî bi hin kesên li Ezazê re kir û karibûn wî ciwanî careke din bînin herêma Şehbayê. Şopên îşkenceyê li ser laşê ciwan zelal bûn. Di belgefîlmê de dayika ciwanî serpêhatiya malbata xwe vedibêje.

Piştî axaftinên di komcivînê de hatine kirin, deriyê nîqaşan li pêşiya beşdaran hate vekirin. Beşdaran piştrast kir ku Tirkiye li ser Efrînê û welatiyên wê terora navneteweyî dide meşandin. Di nîqaşan de hate gotin ku qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê armancên sermayedaran in û ew jî desteserkirina hilberînên aborî ye. Her wiha qirkirina çanda gelekî kevnar li herêmê ye û niha rasterast gelê Kurd li Efrînê tê hedefgirtin.

Berxwedana Efrînê

Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku berxwedana ku gelê Kurd bi giştî û Efrînê bi taybet, berxwedaneke rasteqîn û qanûnî û mirovî ye. Nemaze ji ber ku gel parastina maf, çand û dîroka xwe û heta dîroka kêmnetewe û kêmbaweriyan li herêmê dike. Her wiha xwe dispêrin projeyeke demokratîk û divê ev projeya wan bi rêzdarî ji aliyê rêxistinên hiqûqî yên cîhanê ve were nirxandin û heta ji aliyê dewletên mezin ve jî  ev yek bê kirin. Ji ber ku bi saya vê projeyê jin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê azad dibin. Jinan bi saya vê projeyê karibû xwe ji zîhniyeta baviksalariyê rizgar bikin.

Di nîqaşan de hate gotin ku Tirkiye niha nûnertiya fikra kapîtalîst a neteweperest û îslamiya radîkal dike û êrîşî hemû projeyên demokratîk li herêmê dike.

Kiryarên Tirkiyeyê yên li Efrînê sûcên mirovahiyê ne

Di nîqaşan de her wiha hate gotin ku divê rêxistinên hiqûqî û qanûnî li dijî çalakiyên guhertina demografîk û qirkirina etnîk a der heqê welatiyên Efrînê de tê bikoşin û tişta ku Tirkiye pê radibe sûcên mirovahiyê ne. Her wiha piştrast kirin ku Tirkiye ti carî rêzdariya qanûna navneteweyî û ne jî qanûna mirovahî di şerê xwe de nagire. Bi taybet qanûna navneteweyî û mirovahî ku kuştin û hedefgirtina welatiyên sivîl qedexe dike û bi taybet jin û zarokan di demên şer û aloziyan de.

Misilmantiyê li Êzidiyan ferz dikin

Di nîqaşan de her wiha hate destnîşankirin ku sûcdariya herî mezin a Tirkiyeyê der heqê kêmbaweriyan de ew e ku welatiyên Êzidî neçarî îslamîbûnê dike û wan neçarî nimêja misilmanan dike. Her wiha mezar û perestgehên Êzidiyan û Elewiyan jî hildiweşîne.

Her wiha hate destnîşankirin ku dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê ne rewa û ne qanûnî ye û ji ber vê yekê divê Tirkiye wek endamekî saziyên navneteweyî li hemberî pîvan û qanûna navneteweyî rêzdar be û divê civaka navneteweyî destwerdana Tirkiyeyê zelal wek dagirker bi nav bike.

Tê payîn ku di rûniştina dawîn de nûnerên her sê rûniştinan li hev bicivin û çareserî û pêşniyaran gotûbêj bikin da ku komeke daxwaznameyan der bixin û bandorên qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê çareser bikin.

ANHA