Çalakiyên li Fransayê encam girt

Li Fransayê çalakiya Êlegzeran a li dijî biryara zêdekirina baca sotemeniyê ku bi hefteyane didome, encam girt. Hikûmeta Fransayê, biryara zêdekirina baca sotemeniyê betal kir. 

Çalakiyên li Fransayê encam girt
4 kanûn, 2018   12:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Fransayê wê hikûmet daxwazên çalakiyên li dijî zêdekirina baca sotemeniyê bi cîh bîne û dê wê biryarê betal bike.

Serokwezîr Edoûard Phîlîppe ji bo sekinandina krîza ji ber çalakiyên Êlegzeran wê daxuyaniyê bide ku ew ê bihakirina zama sotemeniyê ya ku ew ê di 1’ê Çileyê de têketa meriyetê bidin sekinandin.

Li gorî medyaya Fransayê wê Serokwezîr vê Sêşemê biryara hikumetê eşkere bike. Bi sekinandina bihakirina sotemeniyê ji bo sekinandina çalakgeran ew ê tevdîrên din jî werin stendin.