‘Enqere dixwaze şervanên ku şerê terora navneteweyî dikin, tune bike’

Pisporê Rûsyayî yê Rojhilata Navîn, Stanislav Ivanov da zanîn ku cihê mixabiniyê ye ku cîhanê destûr da dewleta Tirk ku êrîşî Sûriyê bike û wiha got: "Armanca Enqereyê ew ku şervanên ku şerê terora navneteweyî dikin, tune bike."

‘Enqere dixwaze şervanên ku şerê terora navneteweyî dikin, tune bike’
4 kanûn, 2018   10:07

QAMIŞLO

Komcivîna navneteweyî ya der barê Efrînê de dewam dike. Der barê rewşa li Efrînê de doktorê zanistên dîrokî û lêkolînerê Navenda Ewlehiya Navneteweyî ya Peymangeha Aborî ya Cîhanî û Lêkolînerê Têkiliyên Navneteweyî ya girêdayî Akademiya Zanistan a Rûsyayê û pisporê Rûsyayî yê Rojhilata Navîn, Stanislav Ivanov semînerek da. Semîner ji aliyê Endama NRLS`ê Cîhan Xelîl ve hate xwendin.

Axaftina Ivanov a di semînerê de wiha ye:

“Di navbera Amûdê û Moskovê de bi hezaran kîlometere hene, lê gelek hemwelatiyên Rûsyayê bi fikr û ruhê xwe ve bi we re ne. Destpêkê ez dixwazim vê firsenda beşdariyê bi kar bînim û heyraniya xwe ji bo qehremaniya şervanên Kurd ên ku li dijî  çeteyên DAIŞ û dagirkerên Tirk tê koşiyan, binîm ziman. Mêrxasî û cesareta keç û xortên Kurdistanê dê bikeve dîroka mirovahiyê. Gelek ji wan jiyana xwe feda kirin da ku şaristaniya me ji ‘hêl û reşkujiya sedsala 21’an’, ya bi navê xelîfeta îslamîst biparêzin.

Di heman demê de Erdogan piştgirî dida cîhadîstan, desthilatdariya Sûriyê û Iraqê ya rast ji hemwelatiyên xwe re îxanet kir û bi tirsonekî li binerdkên qesrên xwe rûdiniştin, artêşên wan bi sosretî direviyan û cebilxaneyên xwe li holê dihiştin. Lê têkoşerên Kurd bi çekên sivik karibûn bersiveke layîq bidin çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi serepiyan ve bi tank û hewanan dagirtî bûn. Parastina lehengane ya Kobanê û dûre jî têkbirina xelîfeta îslamî li bakurê rojhilatê Sûriyê û Iraqê serkeftina kal û bavên me yên li hember faşîzma Hîtler bi bîr anî.

Mixabiniya mezin ku ceribandinên Kurdan di vir de bi dawî nebûn. Artêşa Tirk êrîşên hewayî, lêdanên bi tank û topan li warên Sûriyê yên li ser sînor xist û bi hêzên xwe ket hundirê welêt. Enqere venaşêre ku hedefa wê têkoşînkirina li dijî şervanên Kurd ên ku barê esasî ya têkoşîna li dijî terora navneteweyî ya bi navê DAIŞ`ê. Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê bi komkujî, paqijiyên etnîk û avabûna pêlên nû yên penaberan, pêk hat. Malên Kurdan bi malbatên çeteyên Cebhat El-Nusra û komikên wekî wê yên ji Idlib û Helebê, hatin tijîkirin.

Binpêkirina çors a hiqûqa navneteweyî û sûcên şer ên hikumeta Tirk heta niha li rastî şermezariya pêwîst a Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî yên otorîter nehatiye. Halê hazir kesek tune ye ku êrîşa siltanê Tirk ê heyama me li welatekî serbixwe yê bi navê Sûriyê de, rawestîne. Mirov nikare tiştekî ji hikumeta Sûriyê û Îranê hêvî bike. Şam û Tehranê bi tenê bi formalîte dagirkeriya hêzên leşkerî yên dewleta Tirk şermezar kirin. Lê tu tiştek ji bo alîkarîdayîna Kurdên Sûriyê nekirin. Ne tenê ev e, şandeyên Kurd heta niha jî dawetî danûstandinên li Cinêv, Astana yan Soçiyê nakin. Esad, opozîsyona Sûriyê û qaşo “garantorên çareseriya qeyrana Sûrî” di kesayeta Erdogan û atolyeyên Îranî dixwazin ji vir û pê ve jî berjewendiyên Kurdan di guftûgokirina pêşeroja Sûriyê de tune bihesibînin. Hêvî dikim ku konferansa we wê bibe pêngaveke girîng ji bo kişandina bala raya cîhanî li bûyerên li Efrînê û bi giştî li pirsgirêka Kurd. Rûsya alîgira wê yekê ye ku Kurd li hemû danûstandinên der barê Sûriyê de cih bigirin.

Ez di wê baweriyê de me ku serkeftina tevgera neteweyî ya Kurd bi pevrebûna hemû hêzên siyasî û civakî yên Kurdistanê gengaz û mimkun e. Rakirina nakokî û cudafikiriyên heyî yên di nav Kurdan de dikare bibe bersiva herî baş ji bo hewldanên dijminên gelê Kurd. Li Enqere, Şam, Tehran û Bexdayê hêzên wisa hene ku hewldanên mezin dikin da ku Kurdan ji hev qut bikin û di navbera wan de bêbawerî û dijminahiyê çêkin. Desthilatdariya wan welatan li ser bingeha prensîba dagirkeriya kevn, ‘parçe bike û bi rê ve bibe’, tev digerin. Dizanim, ku gelê Kurd dê neyê provokasyonan û di xwe de hêzê bibîne ku li dijî rastî û tehdîtên nû bibe yek beden! Kurd dê li herêmê cihê xwe yê hêja bigirin û bibin xwedan maf û azadiyên wekhev, tevî gelên din ên Rojhilata Navîn û qet ne girîng e ew ê mafê çarenûsa xwe bi çi rengî pêk bînin; herêmên otonom be, federasyon be, dewleteke serbixwe be yan jî endamê konfederasyonên pêşerojê be. Ya girîng ew e ku ev biryara wan a xweser be û mafên Kurdan bi awayekî zagonî werin parastin.

Ji dil û can ji beşdêrên konferansê û tevahiya gelê Kurd serkeftinan di warê parastina mafên xwe yên xwezayî û berjewendiyên neteweyî de dixwazim.”

(ekîb)

ANHA