Şaredariya Til Hemîsê ji bo zivistanê gelek tedbîrên pêwîst girtin

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê ji ber zerarên ku ji ber lehî û ava baranê li gundewarên herêma başûrê bajar çêbûne, gelek tedbîrên nû girtin.

Şaredariya Til Hemîsê ji bo zivistanê gelek tedbîrên pêwîst girtin
Şaredariya Til Hemîsê ji bo zivistanê gelek tedbîrên pêwîst girtin
Şaredariya Til Hemîsê ji bo zivistanê gelek tedbîrên pêwîst girtin
Şaredariya Til Hemîsê ji bo zivistanê gelek tedbîrên pêwîst girtin
Şaredariya Til Hemîsê ji bo zivistanê gelek tedbîrên pêwîst girtin
Şaredariya Til Hemîsê ji bo zivistanê gelek tedbîrên pêwîst girtin
4 kanûn, 2018   10:05

ŞEHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Li herêma başûrê navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo baran bi dijwarî bariya. Ji ber wê lehî çêbûn. Di encama wê de zirar gihaşt 21 gundan û binesaziya wan.

Şaredariya Gel a navçeyê piştî ku gelek gazinc ji aliyê şêniyan ve hatin kirin, der barê 21 gundan de ku zarar gihîştinê, lêkolîn kirin.  Şaredariyê gelek tedbîrên pêwîst ji bo ku xetere li ser jiyana sivîlan çênebe, girtin.

Ji destpêka meha Kanûnê ve şaredariyê dest bi xebatên xwe li gundan kir.

Şêniyê ji gundê Ekaz ê rojava Xelîl Îsmaîl spasiya şaredariyê kir, ji ber ku banga wan bi cih anî û wiha got: "Di sala derbasbûyî de ji ber barana zêde û lehiyan gelek malên şêniyan hatin rûxandin."

Her wiha hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîsê Abdulrehman El-Hadî diyar kir ku wan gelek alav peyda kirine û li herêmên ku zerar dîtine, belav kirin. Her wiha destnîşan kir ku wan alav li bajarokê Cezaa û Ebû Cirin jî belav kirine.

(bx)

ANHA