Îranê gefên nû li Amerîkayê xwarin

Serokê Îranê Hesen Rûhanî daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku heke Îranê nekare petrola xwe derxe derve, wê demê tu dewlet nikarin petrola xwe ji Kendavê derxin.

Îranê gefên nû li Amerîkayê xwarin
4 kanûn, 2018   10:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê daxuyaniya serokê Îranê Hesen Rûhanî ya ku li ser televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku divê Amerîka bizane heke Îran petrola xwe dernexe derve dê tu dewlet nekarin petrola Kendavê (Xelîc) jî wergirin.

Berpirsyarên Amerîkayê got ew li ser biryara ku derfirotinên petrola Îranî bigihînin sifirê bi îsrar in, ji bo ku projeya nukleerî û destdirêjiyên li herêmê rawestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku cezayên Amerîkayê li ser hemû beşên aborî, derayî û endustrî û di serî de li ser beşa petrolê ne ku ew jî bingeha aboriya Îranê ne. Cezayê Amerîkayê yê ji bo petrola Îranê di Mijdara 2018’an de kete meriyetê.

(ekîb)