Rêxistina Rojava: Divê hemû rêxistin ji xewa xwe rabin!

Rêxistina Rojava ya Alîkariyê da zanîn ku êdî dem hatiye rêxistinên mafên mirovan û yên navneteweyî ji xewa xwe şiyar bibin û hemû berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî deynin aliyekî û rola xwe ya hiqûqî, qanûnî û mirovî bilîzin.

Rêxistina Rojava: Divê hemû rêxistin ji xewa xwe rabin!
4 kanûn, 2018   09:10

QAMIŞLO

Roja sêyemîn a ‘Komcivîna navneteweyî ya qirkirna etnîk û guhertina demografîk a Efrînê’ bi nîşandina sînevîzyoneke der barê binpêkirinên dagirkeriya Tirk de li ser sivîlan, dest pê kir. Piştre rapora Rêxistina Rojava ya Alîkariyê hate xwendin.

Rapor wiha ye:

Xala yekemîn:

- 20`ê Çileya 2018`an ji destpêka operasyona ‘Şaxê Zeytûnê’ ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, komên wê yên çekdar û îtîlafa opozîsyona Sûriyê li herêma Efrînê karesatên mirovî pêk anîn. Ji destpêkê ve sûc û binpêkirin li ser sivîlan pêk tên. Heta ku ew sûc gihaştin asta sûcên şer û kiryarên li dijî mirovahiyê û komkujiyên qirkirina etnîk.

18`ê Adara 2018`an ji destpêka ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Efrînê dagir kir û heta niha sûcên li wê derê pêk tên. Miqdarê wê bûye nêzî erdnîgariya Efrînê (3 hezar û 850 kîlometrekare), wekî bûyerekê ku wekî wê hê di dîrokê de çênebûye.

Beriya ku Efrîn ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve were dagirkirin, her kesî serjimara Efrînê nas dikir. Serjimara wê gihîştibû 900 hezar kesî. Ji wan 300 hezar kes ku ji bajarê Helebê û gundewarên wê koçber bûbûn û ji ber kiryarên dewleta Tirk û binpêkirinên wê li dijî sivîlan çawa ew hejmar kêm bû. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di roja yekemîn a êrîşên li ser Efrînê de sivîl û herêmên bicihbûna sivîlan kirin hedef. Di encama wê de gelek sivîl birîndar bûn û hatin qetilkirin û qetilkirina 512 kesan, ji wan 223 mêr, 164 jin û 125 zarok, hatin belgekirin.

Di enacma hemû sûcan de û bi taybet guhertina demografîk ji aliyê dewleta Tirk a dagirker li dijî niştecihên resen ên Efrînê ku heta niha hovîtiya wan bi dawî nebûye, rapor li ser sûcên ku hatine kirin, hatin amadekirin. Ji destpêkê ve 350 hezar sivîl ji Efrînê û gundewarên wê neçarî koçberiyê kirin. Şêniyên Efrînê neçar man ku xwe di kampên ku ji wan re hatin avakirin de bi cih bikin. Gelek ji wan berê xwe da herêmên Şehbayê, Til Rifet û herêmên Cizîr û Firatê. Di heman demê de gelek şêniyan berê xwe da dewletên cîran û Ewropayê. Bi vê yekê ji sedî 80 ji şêniyên Efrînê yên resen ji Efrînê derketin û ji sedî 20 di Efrînê de man. Ew kesên ku di Efrînê de mane jî rewşa wan ji girtîgehekê ne dûr e. Ji ber şêniyên di Efrînê de mane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî kiryarên hovane û binpêkirinê tên. Armanca dewelta Tirk a dagirker ji vê yekê ew e ku şêniyên Efrînê ji bajarê wan derxe.

Navên gelek gund û qadên bajarê Efrînê û navçeyên wê vegerandine navên Tirkî. Mînaka wê ku li navçeya Cindirêsê textenavê ku navê Hatayê li ser e, li gundê Qestel Miqdad ê navçeya Bibilê textenavek bi navê Selçûk Obasî hatine dayîn. Her wiha peykerê sembola rizgarkirina ji desthilatdariyê Kawayê Hesinkar ê li qada Efrînê, hate rûxandin. Navê qadê kirin Qada Şaxê Zeytûnê ku dewleta Tirk a dagirker wek dirûşme ji xwe re bi kar tîne.

Zêdetirî hezar û 500 giliyên li dijî dizî, talankirin û koçberiya bi darê zorê ku nav û paşnavên kesê ku mal û milkên ji wan hatine standin, hatin belgekirin.

Her wiha hejmara kesên girtî û revandî yên ji herêma Efrînê, dîroka girtin, revandin û aliyên ku binpêkirinê pêk tînin, hatin belgekirin; 623 kes, ji wan 50 jin, 560 mêr û 13 zarok.

Her wiha destdirêjiya li ser jinan hate belgekirin. Destdirêjî li ser 55 jinan hate kirin, 207 jin hatin qetilkirin, 128 jin hatin birîndarkirin, 50 jin hatin revandin. Her wiha 783 mêr, ji wan 63 kes hatin qetilkirin, 160 birîndar bûn û 560 mêr hatin revandin. 138 zarok ji wan, 54 zarok hatin qetilkirin, 71 zarok hatin birîndarkirin û 13 zarok hatine revandin.

Xala duyemîn:

- Rapora seroka giştî ya Netewên Yekbûyî ya Karûbarên Mirovî Orsola Moler teqez dike ku ji meha Adarê ve zêdetirî 71 hezar kes ji Xûta El-Şerqiye û Qelemon a Rojhilat a gundewarên Şamê veguhastine Efrînê.

Her wiha dîmenên ku li ser toreyên tevna civakî, dezgehên herêmî, navdewletî û cîhanî û bi taybet Şebekeya Çalakvanên Efrînê hatine belavkirin, hemû binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker teqez dike.

Di wan de şêwazên guhertina demografîk ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Efrînê tên kirin, diyar dibe.

Xala sêyemîn:

- Dewleta Tirk a dagirker milkên welatiyên Efrînê yên navenda Efrînê, navenda navçeyan, gund û mezreyan li ser navê çeteyên xwe qeyd kirin. Her wiha 41 hezar û 485 endamên malbatên komên girêdayî dewleta Tirk ji aliyê başûr ê Şamê, bejahiya El-Qelemon û Xûta Şeriqî û Xerbî li tevahiya herêma Efrînê hatin bicihkirin. Ev yek jî asta guhertina demografîk li Efrînê diyar dike.

Xala çaremîn:

- Guhartina demografîk li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve sûcekî navneteweyî ye û sûcekî li dijî mirovahiyê ye û ji sûcên şer tê binavkirin.

Xala pêncemîn:

- Guhertina demografyaya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve li gorî xala 7 a sîstema Romayê ya bingehîn a dadgeha sûcên navneteweyî, xala 49 ji hevpeymana Cinêvê, xala 1 ji hevpeymana navneteweyî, hevpeymana Laheyê û hevpeymana Montreal û hevpeymana Ewropayê, sûcên li dijî mirovahiyê ne. Êdî dem hatiye ku hemû rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî ji xewa xwe şiyar bibin û hemû berjwendiyên xwe yên siyasî û aborî deynin aliyekî û rola xwe ya hiqûqî, qanûnî û mirovaî bilîzin.

(ekîb)