Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan belgeyên destdirêjiyên Tirkiyeyê yên li Efrînê pêşkêş dike

Rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman, gelek belge der barê sûcên şer ên artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê de pêşkêş kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku xebateke cidî ji bo vegerandina welatiyên Efrînê bidin meşandin û parastina jiyana wan bikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan belgeyên destdirêjiyên Tirkiyeyê yên li Efrînê pêşkêş dike
4 kanûn, 2018   09:16

QAMIŞLO

Komcivîna navnetewî ya der barê qirkirina etnîk û guhertina demografîk a Efrînê de di roja xwe ya sêyemîn de li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ya Bakurê Sûriyê didome. Rûniştina girêdayî aliyê hiqûqî li hemberî çalakiyên qirkirina etnîk û guhertina demokrafîk li Efrînê bi rêveberiya serokê Komîteyên Parastina Azadiyan û Demokrasiyê û Mafên Mirovan di Sûriyê de Danyal Siûd tê meşandin. Di vê rûniştinê de profesora qanûna sivîl û mamosteya Zanîngeha Firatê de û endama Rêxistina Banga Cinêvê Zozan Îbrahîm Mihemed, lêkolînerê stratejîk ê Fransî û pisporê analîzên şerên navneteweyî Cîrar Şaliyan û rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman dê biaxivin.

Komcivîn di vê çarçoveyê de kar û xebatên xwe didomîne. Rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman ji komcivînê re daxuyaniyek şand û tê de behsa sedemên tunebûna derfeta beşdarbûna xwe ya komcivînê şîrove kirin. Di daxuyaniyê de behsa çalakiyên sûcdar ên artêşa Tirk  û çeteyên wê di aliyê qanûnî de kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Efrîn li ser dengên çekan xew dike û şiyar dibe. Gelek şevên Efrînê bi agirê çekên leşkerî ronî dibe û qîrîna leşkerên dijber li ser diziyê bilind dibe. Rojane destdirêjî zêde dibe û bi taybet piştî serweriya wan li ser bajarê Efrînê û giştî herêmê ku di meha xwe ya 9'emîn de berdewam dike. Ji dema ku hêzên Tirkiyeyê bi hevkariya tabûrên îslamî di 19'ê Adara 2018'an de serweriya xwe piştî çalakiyeke leşkerî ya di bin navê "Şaxê Zeytûnan" de ku di 20'ê Çileya 2018'an de dabû destpêkirin. Di vê çalakiyê de hêzên ji komên "gurên boz ên Tirk û balafirên şer û helîkopterên Tirkiyê beşdar bûn" di encamê de mal û milkên welatiyan hatin hilweşandin û gelek komkujî der heqê welatiyên Efrînê de pêk hatin. Her wiha di encamê de bêtirî 380 sivîlên Kurd, Ereb û Ermenî di nava wan de 55 zarok û 36 jin hatin kuştin. Bi dehan di encama teqîna mayinan de û di bin îşkenceyan de li ser destên tabûrên çalakiya "Şaxê Zeytûnê" de hatin kuştin. Piraniya wan jî di encama êrîşên ezmanî û topbarana topavêj û fûzeyên Tirkiyê de hatin kuştin. Her wiha ji 20'ê Çileya 2018'an ve gelek welatiyên Efrînê hatin bidarvekirin û di bin îşkenceyê de hatin kuştin. Li rex van qurbaniyan bi sedan birîndar bûn û bi sed hezaran jî neçarî koçberiyê hatin kirin. Destdirêjî û kirinên dermirovahî jî der heqê welatiyên ku di herêma Efrînê de mane hatin kirin. Hêzên Tirkiyê û tabûrên girêdayî wê mal û milkên giştî û taybet li seranserî herêma Efrînê talan kirin.

Mijar ne tenê ev bû, tabûrên ku di bin sîwana "Şaxê Zeytûnê" de tev digerin ku tu alî li pêşiya wan dernakevin, der heqê welatiyên Kurd ên herêma Efrînê de destdirêjiyên qirêjî pêk tînin. Van tabûran rêbazeke nû yê destdirêjiyê didin meşandin û welatiyan direvînin û wan cuda tawanbar dikin, tawanbariya herî yekemîn ew e ku girêdan an endamtiya hêzên kurdî ye û ev yek dihêle ku tabûrên çekdar çalakiyên xwe yên girtina welatiyan zêde bikin. Her wiha li rex bêdengiya aliyên navnetewî û herêmî û heta yên hundirîn li hemberî van destdirêjiyên li Efrînê pêk tên, welatiyên Efrînê dikujin. Destdirêjiya herî dawî ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan belge kiriye, ew e ku komeke îslamî mêrek û keça wî li gundekî Efrînê girtin û ew bi girêdana bi hêzên kurdî re tawanbar kirin. Çavkaniyan diyar kir ku girtina vê kesî û keça wî ji ber ku nexwest xiraca "parastina herêmê" bide tabûran. Her wiha zarokek jî bi guleyekê hate kuştin û çavkaniyan diyar kirin ku ew ji aliyê endamekî komeke îslamî ya li Efrînê ve hate kuştin ku di bin bandora madeyên hişbiriyê de gule li zarok reşandin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê girtina 2 hezar û 380 welatiyên sivîl belge kirin û di nava wan de 840 hê jî girtî ne û yên din jî bi fidye serbest hatin berdan û di hin caran de ev fidye 10 milyon lîreyên Sûriyê derbas dike.

Piştî serweriya hêzên Tirkiyê li ser herêma Efrînê desthilatdariya li ser welatiyan zêde bûye û Tirkiye hewl dide xwe ji van destdirêjiyan bê sûc diyar bike. Tabûra Feyle El-Şam jî ku ji dewleta Tirk ve nêzîk e, hin dadgehên xwe yên şeklî ava kirin û belgeyên milkiyetê ji welatiyên Efrînê dixwaze û eger welatiyek nikaribe milkiyeta xwe îspat bike mal û milkên wî tên desteserkirin û di bazarên eşkere de tên firotin.

Tugaya Sultan Şah ku di nava komên Xisin El-Zeytûn de ye  di rêze biryarên girêdayî mewsima zeytûnê de rê da ku dizîn li Efrînê çêbibe, ev biryar jî ku zirar têkevin mewsima zeytûnan, zext li welatiyên xwedî zeviyan kirin ku ji sedî 10 ji berhema zeytûnan bidin wan, lê eger xwediyên zeviyên çandiniyê tine bin nisbeteke derdora ji sedî 15 ji berhema mewsimê dibin. Lê eger ku xwediyê zevî ji kesên ji navçeyê bin û ne xwediyên zevî bin, dê ji sedî 25 ji berhema mewsimê bibin û eger xwediyên zevî ji YPG`ê bin ew ji sedî 35 ji berhema mewsimê dibin.

Çavkaniyên ji çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan teqez kir ku fermandarekî leşkerî di Feyleq El-Rehman ji Xûta rojhilatê Şamê ye, hevdîtin bi Meclisa Herêmî li bajarê Efrînê re pêk aniye, meclis fermandarê leşkerî dibe cihekî zeviyan di navbera Basûta û bajarê Efrînê ku e esas ne yê kesî ye û xwediyê wê tine ne û 400 metre ji xakê dide koçberên ji Xûta û li şûna wê 100 dolar, çavkaniyên jêbawer teqez kirin ku itîfaq di navbera herdû aliyan de pêk hatiye lê heta niha hîna awayê radestkirinê çênebûye, ev yek jî ji bo ziraran li ser şêniyan û kesên ku di herêma Efrînê de li ser rêya sereke û ya din pêk were û şênî bi rêya peran didin bendên kontrolê ya hêzên Xisin El-Zeytûnê  û derbas dibin. Herwiha komên Xisin El-Zeynût cotkarên zeytûnan li Efrînê digirin û wê şûnê de cotkar peran dide wan ku selametiya wî hebe û heta niha  zêdetirî ji sedî 75 ji zeviyên zeytûnan li Efrînê, hate talankirin.

Çavkaniya Sûrî çalakiyên dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiyeyê û komên girêdayî "Xisin El-Zeytûn" dîtin, van koman herêmên kontorl kirin parçe kirin û nivîsandina hevokan li ser tiştê ku dibe, ku xwe îsbat bike ku xwediyê wê ye û nehêle ku komên din li ser navê xwe qeyd bikin, herwiha mezreyên zeytûnan hatin şewtandin, ji dervayî wê bi hinceta ku li çekan digerin her roj êrîşî malan dikin û her tiştî didizin, heta giha ku keblên kehrebê bidizin, herwiha tiştên nexweşxaneyê û saziyên xizmetguzeriyê didizin. Bi çalakiyên dizînê de hişt ku xwe bi xwe di navbera komên şer derkeve di encama wê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn, dewleta Tirkiyeyê jî tu destwerdan nekir, tersê wê hişt ku tevlihevî derkeve. 

Bi dagirkirina Efrînê re, mezintirîn rûdanên biêş ên mirovahiyê li bakurê Sûriyê pêk hatin, em wek Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ji civaka navdewletî dixwazin ku bi awayekî cidî kar bike ku bihêle şêniyên Efrînê vegerin welatê xwe û peydakirina ewlekariyê ji wan re. Ne cih heye ku pê de herin û ne rêxistinên alîkariyê aliyê wan dikin, em ji aliyên mirovî û alîkariyê dixwazin ku alîkariya koçberên Efrînê bikin û dermanan ji hezaran kesên koçber re peyda bikin, her wiha ji civaka navdewletî dixwazin ku zextê li Tirkiyeyê bikin ku rê ji kesên ku dixwazin vegerin Efrînê, vekin û komên xwe bide sekinandin ku diziyê nekin."

(ekîb)

ANHA