‘Zêdegaviyên li Efrînê sûcekî piralî ye’

Di nîqaşên roja duyemîn a xebatên komcivîna "Qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê "de  hate gotin ku êrîşên li dijî Efrînê sûcek e û wekî qirkirina çandî, dîrokî û aborî li dijî gelê Kurd hate pênasekirin.

‘Zêdegaviyên li Efrînê sûcekî piralî ye’
4 kanûn, 2018   06:42

QAMIŞLO

Xebatên roja duyemîn a komcivîna "Qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê" ji 3 rûniştinan pêk hat. Di rûniştinên duh de aliyên leşkerî, dîrokî û aborî yên qirkirina etnîk  û guhertina demografîk li Efrînê hatin nirxandin. Dr. Ehmed El-Dirzî rûniştina leşkerî bi rêvebir. Her wiha berdevka fermî ya YPJ‘ê Nesrîn Abdullah, şêwirmendê leşkerî û nivîskarê  Fransî Patrice Franceschi, berdevkê fermî yê YPG‘ê Nûrî Mehmûd û Dr.Christopher A. Show profesorê bijîşk û nexweşiya çavan a fakulteya tenduristî ya zanîngeha Colombiayê ya Brîtanyayê axaftin kirin.

Rûniştina der barê mijara dîrokî de ji aliyê Dr. Cewad Kazim El-Beydanî ve hate birêveberin. Hew Her wiha Ehmed Sîno, Hewcîn Mela Emîn, Gulîstan Sîdo û Cewad Faqî Elî semîner dan. Rûniştina aborî ji aliyê Dr.Mihemed Şewqî Mihemed hate birêvebirin. Di rûniştinê de mamoste Çeleng Umer, Dr.Xesan El-Yûsif û Dr.Hîşam Mihemed Seîd semîner dan.

Piştî dayîna semîneran deriyê nîqaşan li pêşiya beşdaran hate vekirin. Girîngtirîn nîqaşên beşdaran têkilidarî mijara leşkerî bûn. Beşdaran teqez kirin ku êrîşên li dijî Efrînê bûn sedema kerasteke mirovî, ku de encamê de bi deh hezaran şêniyên Efrînê li kampên kantona Şehbayê di nava şert û mercên zehmet de û li gel paşguhkirina rêxistinên navdewletî jiyan dikin. Her wiha hate diyarkirin ku li kantona Şehbayê bijîk kêm in, bi hatina zivistanê re azarên wan girantir dibin.

Beşdaran diyar kirin ku rêjîma Sûriyê derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo şêniyên Efrînê yên li Şehbayê asteng dike.

Di nîqaşan de her wiha hate destnîşankirin ku bûyerên ku li Efrînê rû didin, siyasetek nû ye, di destpêkê de siyaseta asîmlasyonê ji hêla rêjîma Sûriyê pêk hat, niha heman siyaset bi destê dewleta Tirk xwe dûbare dike. Beşdaran diyar kirin ku di dema serweriya  rêjîma Baas de piraniya bajarên kurdan  ji şêniyên wê yên resen jê hatine derxistin û li şûna wan xelkên din hatin bicihkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku Tirkiye heman siyasetê li Efrînê bi kar tîne, ku şêniyên Hema, Deraa, Şam û Humsê di  malên şêniyên Efrînê bi cih dike.

Beşdaran dan xuyakirin ku li gorî serjimariya salên 2014-2015‘an hejmara niştecihên Efrînê derdora 600 hezar kes bûn, lê niha zêdeyî nêvî vê hejmara ji ber êrîşên dewleta Tirk li Şehbayê ne.

Tirkiye di mîraseya xwe ya sûcdar de berdewam e

Li gorî nîqaşên mijara leşkerî, hate gotin ku ji beriyê sedê salan ve siyasetên qirkirinê li hemberî kurdan têne meşandin û bûyerên dawî li Efrînê mînakên vê yekê dan. Beşdaran anîn ziman ku Tirkiyê di mîraseya xwe ya sûcdar a li dijî gelan de berdewam e û gotin binpêkirinên niha li Efrînê rû didin rastiyê vê yekê diyar dike.

Beşdaran her wiha bal kişandin ku Tirkiye yek ji endamên NATO‘ ye û NATO hevalbendên xwe diparêze û gotin Tirkiyê Efrîn rûxand, demografiya wê dighure, binpêkirinên wê yên li djiî mirovayî ji yên DAIŞ‘ê ne dûr in.

Di axaftinên beşdaran de bal hate kişandin ser bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yên li dijî gelê Efrînê û hate gotin siyasetên navdewletî xwe dispêre berjewendiyan. Efrînê li pêşberî çavê her kesî hate dagirkirin, lê kesekî dengê xwe nekir. Beşdaran bêdengiya civaka navdewletî wekî xaleke reş li eniya civaka navdewletî bi nav kirin.

Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku Tirkiyê niha di pêvajoya guhertinê de ye, pêvajoya derketina ji rêgeza ilmanî ber bi îslama siyasî ve ku AKP-Erdogan serkêşya wê dikin. Beşdaran diyar kirin ku armanca Tirkiyê ya êrîşên li ser Efrînê parastina formasyona muhafezker e û gotin:"Efrîn li ber wê formasyonê bûbû bend, lewre Tirkiye israr kir ku Efrîn dagir bike. A duyem jî Rûsya hewl da li gorî berjewendiyên xwe li Sûriyê guhertinan pêk bîne. Ji ber wê bi Tirkiyê re li hev kir û li gorî lihevkirinê de Tirkiyê çeteyên xwe ji Xûta û derdora Şamê derxist. Dagirkirina Efrînê bi destura Rûyaye pêk hat."

Di axaftinên beşdaran de hate gotin ku Tirkiyê di rojekê de 72 êrîşên hawayî li dijî gund, bajarok, navçe û navenda Efrînê pêk anîn. Di encama êrîşa dagirkeriya Tirk de 570 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in hatin qetilkirin, her wiha zêdeyî hezar û 570 kes jî birîndar bûn. Her wiha hate teqezkirin dewleta Tirk çekên qedexekirî û gaz li dijî sivîlan bi kar aniye û di 3‘yê Adarê de bi tank, balafir û fûzan êrîşî gundê Çobana kirin û gund bi temamî wêran kirin. Beşdaran teqez kirin ku li hemberî van binpêkirinan civaka navdewletî bêdeng e.

Aliyê dîrokî, çandî yên qirkirina etnîk û guhertina demgorafî li Efrînê

Têkildarî mijara dîrokî û çandî ya qirkirin û guhertina demgorafî li Efrînê de jî nîqaşên dewlemend derketin pêş.

Di nîqaşan de hate gotin ku dewleta Tirk li ser êrîş û kuştinê ava bûye, armanca wê dagirkirine, siyaseteke sabît bi kar anî, ev siyaset jî xwe dispêre dizî, talankirin, rûxandin, komkujî, koçberkirina bi darê zorê û qirkirina gelan. Dewleta Tirk vî karî ji xwe re rewa dibîne û yek ji cureyerek ji cîhadê bi nav dike.

Her wiha hate bibîrxistin ku Tirkiyê li dijî Efrînê siyaseta qirkirina çandî der heqê kurdan pêk tîne û rastiyê vê  yekê bi êrîşên li dijî deverên dîrokî wekî Eyn Dara û Nebî Hûrî îsbat kirin.

Di nîqaşan de her wiha hate diyarkirin ku Tirkiyê hişmendiya Tetar û Megol li dijî gelê Efrînê di serî de li dijî kurdan pêk anî. Beşdaran diyar kirin ku serdema osmanî serdemeke tropic (toranî) ye, ku şarestaniyên gelan, mezar û pîrozgeh rûxandin.

Mijara aborî ya qirkirina etnîk û guhertina demgorafî li Efrînê

Der barê mijara aborî ya qirkirina etnîk û guhertina demgorafî li Efrînê de beşdaran diyar kirin ku Tirkiyê aboriya civakî ku gelê Efrînê di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk de ava kirine kir hedef.

Her wiha bal hate kişandin ku Efrînê di 5 salên dawî de bi aboriya xwe dewlemend û bi ewle bû, lewre bibû spartgeha koçberên Sûriyeyê.

Beşdaran diyar kirin ku Tirkiyê di êrîşên xwe de xwest nirxên mirovî û exlaqî li herêmê têk bibe.

Di nîqaşan de bal hate kişandin ku hêzên dagirker niha li Efrîn milkên taybet û giştî talan dike.

ANHA