Hesen Koçer: Danûstandina Sûrî-Sûrî kilîta çareseriya aloziya Sûriyeyê ye

Endamê Rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk Hesen Koçer ji dirêjbûna temenê hebûna Tirkiyê û çeteyên wê yên terorîst li ser xaka Sûriyê hişyarî da û destnîşan kir ku danûstandina Sûrî-Sûrî kilîta çareseriya aloziya Sûriyeyê ye.

Hesen Koçer: Danûstandina Sûrî-Sûrî kilîta çareseriya aloziya Sûriyeyê ye
4 kanûn, 2018   06:28

CAFER CAFO / ŞEHBA

Têkildarî geşedanên siyasî yên dawî li Sûriyê û civînên ku bi bihaneya çareserkirina aloziya Sûriyê li herêmê li dar dikevin, Endamê Rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk Hesen Koçer ji ajansa me re axivî.

‘Civînên li dar dikevin aloziya Sûriyî girêktir dikin’

Hesen Koçer destnîşan kir ku civînên di bin gelek navan de ji Cinêv, Astana û Soçiyê li dar dikevin aloziya Sûriyê girêktir dikin û wiha dewam kir:”Ew nikarin çareseriyên guncew ji aloziyê re bibînin û sûcên ku li ser xaka Sûriyê pêk tên bi dawî bikin, ji ber ku aliyên têkildarî aloziyê di wan civînan de tune ne.”

Koçer wiha domand:"Aliyên nakok ên navdewletî û herêmî li ser mijara Sûriyê hewl didin bi rêya civînan berjewendî, daxwazên xwe yên siyasî û aborî bi awayekî ne yekser li ser gelê Sûriyê ferz bikin. Bi vê yekê aloziyê bi rêve dibin û noqteyên girêkirin û dirêjkirina temenê wê li gorî berjewendiyên xwe diyar dikin."

‘Civînên ku hebûna pêkhateyên Bakurê Sûriyê paşguh dikin bi sernakevin’

Di dirêjahiya gotinên xwe de Koçer ev tişt anî ziman:"Eger em bala xwe bidinê, eger dewletên ku tev li wan civînan dibin bi rastî dixwazin aloziya Sûriyê çareser bikin, wê demê wê pêkhateyên Bakurê Sûriyê tev li civînan bikira. Û di rastiyê de divê hemû pêkhate û çînên civaka Sûrî tev li civînan bibin."

‘Heya dagirkiriya Tirkiyê hebê wê çareserî tune be’

Koçer got: "Ên ku li wan civînan rûdinin, ew Sûriyê parçe dikin û aloziya herêmê girêktir dikin. Mînaka wê jî radestkirina herêmên Sûriyê weke Cerablus, Idlib û heta Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker re ye."

Girêdayî siyasetên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî ji asîmlasyon û guhertina demografiya herêmê Koçer ev tişt rave kir: "Hebûna artêşa Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê li ser gelê Sûriyê di pêşerojê de xeteriyek e. Heya ku dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê heye, wê tu çareserî tune be."

‘Pêwîst e hemû gelê Sûriyê di bin banê Danûstandina Sûrî-Sûrî de kom bibin’

Di berdewama gotinên xwe de Koçer bal kişand ku gelên Bakurê Sûriyê û Hêzên Sûriye Demokratîk a ku şerê çeteyên DAIŞ'ê dike, xaka Sûriyê ji parçebûnê û jiyana sivîlan parast û wiha got: "Ne ji wan ba wê rewşa Sûriyê ji niha dijwartir ba."

Her wiha Hesen Koçer pesna civînên dawî ku li ser xaka Bakurê Sûriyê lidar dikevin ên ku danûstandina Sûrî-Sûrî ji xwe re dike bingeh da û got ev civîn wê çareseriya aloziya Sûriyê bibînin û wiha dewam kir:"Ji ber ku gelê Sûriyê bi xwe azar û zehmetî kişandiye, ew tenê dikare bi awayekî demokratîk û aştiyane aloziyê çareser bikin. Danûstandina Sûrî-Sûrî kilîta çareseriya aloziya Sûriyeyê ye.”

Endamê Rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)Hesen Koçer bang li gelê Sûriyeyê kir ku bi hemû pêkhate û çînên xwe kom bibin û yekîtiya xwe ava bikin, pirsgirêkên xwe deynin ser maseyê û bi hevre çareser bikin.

(şx)

ANHA