Li Qamişlo teqîn-HATE NÛKIRIN

Li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo îro di saetên sibê de mayîna ku di erebeya HPC`ê de hatibû cihkirin, teqiya.

Li Qamişlo teqîn-HATE NÛKIRIN
4 kanûn, 2018   06:48

QAMIŞLO

îro di saetên sibê de nûçegihanên me ji Qamişlo ragihand ku li taxa Kornîş li nêzî baxçeyê Helepçe ya bajarê Qamişlo mayîna ku di erebeya Hêzên Parastina Civakî (HPC) de hatibû bicihkirin, teqiya.

Di encamê de du endamên HPC`ê birîndar bûn. Niha her du birîndar li nexweşeya Şehîd Xebat têne dermankirin.

ANHA