ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.12.2018
4 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Komcivîna navdewletî ya "Qirkirina etnîk û guhertina demografî li Efrînê) ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve hatiye organîzekirin di roja sêyemîn de li navçeya Amûdê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxiyê ji malbata şehîd Şêrhat Qamişlo û gerîlaya YJA Starê Zilan Sarik re dixwazin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê polîtîkeyên asîmîlekirinê dimeşîne. Di vê çarçoveyê de navên gund, qad û çerxerêyan vediguherîne navên Tirkî, li gel wê saziyên giştî veguherandine girtîgehan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beşdarên rûniştina duyemîn a komcivîna der barê qirkirina nejadî û guhertina demgorafî li Efrînê de diyar kirin ku êrîşên li ser Efrînê sûcek e û wekî qirkirina çandî, dîrokî û aborî li dijî gelê Efrînê bi taybet gelê Kurd bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk Hesen Koçer ji dirêjbûna temenê hebûna Tirkiyê û çeteyên wê yên terorîst li ser xaka Sûriyê hişyarî da û destnîşan kir ku hebûna dagirkeran Sûriyê ber bi parçebûnê ve dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

Hejmarek jinên bajarê Qamişlo piştgiriya xwe bi girava birçîbûnê ya Leyla Guven anîn ziman û bang li raya giştî û hiqûq mafê mirovan kir ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê der barê girtina ofîsên Tevgera Azadî û RJAK de daxuyaniyê li kampa Serdem dide, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Li  bazarên bajarê Reqayê tevgera kirîn û firotinê geş bûye, hemû cûreyên berheman ji çandinî û pîşesazî li bazaran peyda dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gundewarên rojavayê bajarê Dêrazorê nexweşiya Salamoniya ya teyran belav bûye. Tê gotin ku 4 hezar teyer bi vê nexweşiyê mirin e, ji ber vê yekê buhayê goşt li bazaran bilind bûye. Doktorên beyterî jî hewl didin rê li ber vê nexweşiyê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA