Mijara rûniştandina îro ya Komcivîna Navdewletî leşkerî ye

Piştî çend kêliyên din wê xebatên roja duyemîn a Komcivîna Navdewletî ya”Qirkirina Etnîk û Guhartina Demografiya Efrînê”di nîqaşkirina aliyê leşkerî were destpêkirin.

Mijara rûniştandina îro ya Komcivîna Navdewletî leşkerî ye
3 kanûn, 2018   06:46

QAMIŞLO

Duh dihatibû payîn ku mijara leşkerî were nîqaşkirin, lê ji ber hin sedeman hate taloqkirin. Mijara leşkerî wê ji aliyê textor Ehmed El-Durzî ve were birêvebirin. Her wiha wê Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah, şêwirmendê leşkerî û nivîskarê Fransî Patrice Frankichi, Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd, textor û mamosteyê di fakulteya tenduristî yê zanîngeha Colombia ya Birêtaniya semîneran bidin.

(kc)

ANHA