Xebatên roja yekemîn a komcivînê bi dawî bû

Xebatên roja yekemîn a "Komcivîna navdewletî ya qirkirina nejadî û guhertina demografî li Efrînê" piştî vekirina pêşangeha wêneyên Efrînê û şûnde bi dawî bû.

Xebatên roja yekemîn a komcivînê bi dawî bû
Xebatên roja yekemîn a komcivînê bi dawî bû
Xebatên roja yekemîn a komcivînê bi dawî bû
Xebatên roja yekemîn a komcivînê bi dawî bû
2 kanûn, 2018   15:39

QAMIŞLO

Xebatên roja yekmemîn a "Komcivîn navdewletî ya qirkirina nejadî û guhertina demofrafî li Efrînê" vê sibehê dest pê kiribû.

Di rûniştina yekemîn a komcivînê ya der barê aliyê siyasî yê qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê de axaftin ji aliyê mamosteyê zanista siyasî û rêveberê navenda lêkolînên Sûrî Xalid Îsa, siyasetmedarê Kurd û serokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Hatîp Dîcle, pisporê lêkolînên rojhilat û serokê Navenda Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Odo Stein Bach, berpirsê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, mamosteya dîroka nûjen û pispora karûbarên Îran, Tirkiye û dozên Rojhilata Navîn profesor Fereh Sabirîn, wezîrê mafên mirovan ê hikumeta herêma Kurdistanê û mamosteyê zanista siyasî profesor Mihemed Îhsan û rêveberê bernameya avakirina aştî û hiqûqê li Peymangeha Lêkolînên Mafên Mirovan li Zanîngeha Kolombiyayê David Philips ve hatin kirin.

Li gorî hatibû plankirin diviya bû ku îro rûniştina duyemîn a bi mijara aliyê leşkerî yê qirkirina nejadî û guhertina demogorafî li Efrînê hatiba lidarxistin, lê ji ber tengbûna demê ji bo sibe hate taloqkirin.

Xebatên roja yekemîn a komcivînê bi vekirina pêşangeke wênesaziyê û wêneyên fotografî bi dawî bû. Wêneyên hatin Pêşangeh ji aliyê hejmareke wênekêş û şêwekarên herêmên Bakurê Sûriyê ve hatine amadekirin.

Tê Payîn ku komcivîn dê sibe berdewam bike.

ANHA