Gelê Kobanê cangoriyên azadiyê yên  meha Mijdarê bi bîr anîn

Şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha Mijdarê yên Kobanê li goristana Şehîd Dicle hatin bi bîranîn.

Gelê Kobanê cangoriyên azadiyê yên  meha Mijdarê bi bîr anîn
Gelê Kobanê cangoriyên azadiyê yên  meha Mijdarê bi bîr anîn
Gelê Kobanê cangoriyên azadiyê yên  meha Mijdarê bi bîr anîn
2 kanûn, 2018   16:27

KOBANÊ

Merasîmê bîranîna şehîdan meha mijdarê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê ve hate organîzekirin.

Bi sedan şêniyên kantonê beşdarî bîranînê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê Asayîşa Kobanê Salih Kobanî û li ser navê Meclisa Malbatên şehîdan Şînda Kenco axaftin hatin kirin.

Axaftvanan behsa nirxên şehadetê kirin û diyar kirin ku bi saya wan pêkhateyên Bakurê Sûriyê azad jiyan dikin û ev tişt anîn ziman: "Em bejnê xwe li hemberî hemû şehîdên azadiyê ditewînin. Gelê me yê Kobanê dizane dîroka me dîrokeke berxwedaniyê ye, rojên me hemû rojên berxwedanê ne. Di 29`ê Mijdara 2014`an  de çeteyên DAIŞ`ê bi hevkariya dewleta Tirk êrîşî dergehê Murşidpînarê yê Kobanê kirin. Li hemberî van êrîşên hovane şervanên azadiyê bi awayekî efsaneyî li ber xwedan û bersiva êrîşan dan".

Axaftvanan her wiha behsa berxwedana Serdemê ya Efrînê kirin û diyar kirin ku ji bo Efrînê ji destên çeteyan rizgar bikin dê asta xebat û têkoşîna xwe bilindtir bikin û wiha dawî li axaftina xwe anîn: "Gelê ku xwîna şehîdan pîroz dibîne, ti carî bi bin nakeve û serkeftin dê para berxwedana Efrînê be. "

Di dawiya merasîmê de welatiyan mom vêxistin û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re qîriyan.

(hk/şm)

ANHA