Şahida ku ji herdu lingên xwe bû: Tirkiyê bi zanabûn em kirin hedef

Ji şahidên komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî gelê Efrînê Medîne Hisên destnîşan kir ku artêşa Tirk bi zanabûn sivîlan dike hedef da ku wan neçarî derketinê bikin.

Şahida ku ji herdu lingên xwe bû: Tirkiyê bi zanabûn em kirin hedef
2 kanûn, 2018   15:24

QMIŞLO

Dayika bi navê Medîne Hisên a 40 salî beriya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê li navçeya Recoyê dima. Dayika Medîne piştî ku balafirên şer ên artêşa Tirk ew kirin hedef neçar man ji bajarê Efrînê derkevin.

Dayika Medîne Hisên beşdarî komcivîna 'Qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê' ya ku li navçeya Amûdê li Kantona Qamişlo tê li darxistin bûn û serpêhatiya xwe ji beşdaran re vegot.

Dayika Medîne destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe de yên li dijî Efrînê hemû cureyên çekan bi kar aniye û di asta yekemîn de sivîl dikir hedef da ku vîna gel bişkîne û wan neçarî derketinê bikin.

Dayika Medîna bi vegotina çîroka xwe ku di encamê êrîşên ertêşa Tirk de her du lingên wê qut bûne, hedefgirtina artêşa Tirk sivîlan isbat kir û dibêje ku dema wê hewl dida biçe bajarê Efrînê balafirên artêşa Tirk a dagirker ew kirine hedef.

Dayika Medîne teqez kir ku armanca wan a tekane, vegera Efrînê ye û bang li civaka navdewletî kir ku li rex şêniyên Efrînê bisekinin û dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bi lez ji Efrînê derxînin da ku vegerin warê xwe.

Di dawiya şahidiya xwe de dayika Medîne Hisên anî ziman ku ew ê bi serkevin û bi serbilindî wê vegerin Efrînê piştî qewirandina artêşa Tirk a dagirker.

(şx)

ANHA