Kesek di çemê Dicleyê de xeniqî

Yek ji karkarên sererastkirinê ji Başûrê Kurdistanê dema ku hewl dida pira di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de sererast bike, di çemê Dicleyê de xeniqî.

Kesek di çemê Dicleyê de xeniqî
2 kanûn, 2018   14:22

QAMIŞLO

Çavkaniyên ji deriyê Sêmalkayê diyar kirin ku 2 karkarên sererastkirinê dema ku hewl didan pira di navbera  Rojava û Başûrê Kurdistanê de sererast bikin, keştiya wan noqî çemê Dicleyê bû.

Beriya çend rojan ji ber barîna baranê, pira di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de xerab bibû.

2 karkerên sererastkirinê ji Başûrê Kurditanê bi keştiyekê diçûn ku pirê sererast bikin, lê keştî noqî çem bûn.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku yek ji karkeran jiyana xwe ji dest da û tîmên destwerdana awarte yê din rizgar kirin.

ANHA