'Divê doza Efrînê were navnetewîkirin da ku Tirkiyê neçarî vekişandinê bibe'

Mamosteyê zanîngeha Viyenna beşa zanistên siyasî Tomas Ştendaker bang li rojnamevanên serbixwe kir ku destdirêjiyên Tirkiyê yên li Efrînê belge bikin û doza Efrînê veguherin dozeke navnetewî  û ji bo artêşa Tirkiyê neçarî vekişandinê ji Efrînê bibe û siyaseta qirkirinê ku niha der heqê welatiyên Efrînê û dîrok û çanda wan de dide meşandin rawestînin û riya vegera welatiyên Efrînê vebikin, asta xebatên xwe bilind bikin.

'Divê doza Efrînê were navnetewîkirin da ku Tirkiyê neçarî vekişandinê bibe'
2 kanûn, 2018   14:13

QAMIŞLO

Komcivîna  Navnetewî ya der barê qirkirina nijadî û guhertina demografîk li Efrînê de ku niha di rûniştina xwe ya yekemîn de ye, piştî axaftinên Davîd Filîbez, Aldar Xelîl û Fereh Sabir kar û xebatên xwe didomîne. Mamosteyê zanîngeha Viyenna beşa zanistên siyasî û Jiyolojî Tomas Ştendaker axivî û mozayîka çandî li Efrînê û hevgirtina pêkhateyan li wir şîrove kir.

Tomas Ştendaker got ku li Efrînê Kurdên Sunnî, Êzdî û Xiristiyên ku ji komkujiyên  artêşa Tirk a dagirker reviyane aram jiyan dikirin û wiha got: "Pêkhateyên li Efrînê bê ferq û cûdahî bi hevûdu re jiyan dikirin. Efrîn bi mozayîka xwe ya çandî û hevgirtina civakî di navbera pêkhateyan de navdar e."

Tomas Ştendaker behsa Êzdiyên ku ji ber dagirkeriya Tirkiyê reviyane kir û wiha anî ziman: "Kurdên Êzdî xwedî dîrokeke kevnar in, lê ji aliyê dewleta Tirk ve rastî gelek ferman û komkujiyan hatin û herî dawî li Efrînê."

Ştendaker axaftina xwe wiha domand: "Li Efrînê Elewî jî hene û gelek ji wan nikaribûn ji ber hovîtiya dagirkeran birevin ji ber ku deverên ew têde jiyan dikin hatin dorpêçkirin. Niha jî ew weke êzdiyan li hemberî kirkirin, koçberkirin û guhertina demografîk ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve rû bi rû ne. Her wiha destdirêjî li pîroziyên wan ku vedigerin sedan salan tê kirin."

Der barê welatiyên Xiristiyan li Efrînê Tomas Ştendaker wiha anî ziman: "Li Efrînê Dêr hene û beriya niha bi hezaran salan hatine avakirin, lê evan Dêr ji aliyê Tirkiyê û komên girêdayî wê ve rastî wêran û hilweşandinê tên."

Mamosteyê zanîngeha Viyenna beşa zanistên siyasî Tomas Ştendaker di dawiya axaftina xwe de bang li rojnamevanên serbixwe kir ku destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê belge bikin û piştrast kir ku doza Efrînê yek ji dozên herî girîng e û divê were navnetewîkirin da ku artêşa Tirk neçarî vekişandinê ji Efrînê bibe û riya vegerê ji welatiyên Efrînê re were vekirin û çalakiyên guhertina demografîk ku niha li Efrînê tên meşandin bêne rawestandin.

ANHA