Li Şehbayê ji bo xwendekarên Efrînê şahî

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi dirûşmeya 'Zarokan biparêz', şahiyek ji şagirtên asta seretayî re yên dibistana mezarêi gundê Wehşiyê yê Şehbayê lidar xist.

Li Şehbayê ji bo xwendekarên Efrînê şahî
Li Şehbayê ji bo xwendekarên Efrînê şahî
Li Şehbayê ji bo xwendekarên Efrînê şahî
Li Şehbayê ji bo xwendekarên Efrînê şahî
Li Şehbayê ji bo xwendekarên Efrînê şahî
Li Şehbayê ji bo xwendekarên Efrînê şahî
Li Şehbayê ji bo xwendekarên Efrînê şahî
2 kanûn, 2018   14:54

ŞEHBA

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê bi armanca ku zarokên Efrînê yên li Şehbayê kêfxweş bikin şahiyek ji şagirtên Efrînê yê asta seretayî re li dar xist.

Bi dehan şagirt tevî dayikên xwe beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de mamosteya zimanê Kurdî Recaa Mele axivî û vegera şagirtan li dibistanê li şagirtan pîroz kir û got: "Armanca me zarokên ku êş û azar kêfxweş bikin."

Ji aliyê xwe ve mamosteyê dibistana Mezareyên gundê Wehşiyê Îsam Hemada got ew hêvî dike ku dengê zarokên Efrînê bighêje tevahiya cîhanê, da ku alîkariya zarokan bikin.

Piştre koma govendê ku ji gelek xwendekaran pêk tê dîlanên filklorî pêşkê kirin.

Her wiha koma stranan a ku ji xwendekaran pêk tê, starnên şoreşgerî girêdayî berxwedana Efrînê gotin.

Çalakî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA